Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî daxuyaniya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Stenbolê îro saet li derdora 15.00ê li dijî avahiya HDPyê êrîşeke çekdarî pêk hatiye.
Li gorî daxuyaniyê kesên nasnameya wan nediyar, 7 gule bera dane û paşê jî reviyane. Di encama êrîşê de ziyaneke canî derneketiye holê. HDPyê destnîşan kiriye ku lêkolîna bûyerê berdewam dike.
HDP: Bi destê çeteyan êrîş pêk hatiye
Di daxuyaniya HDPyê de wiha hatiye gotin:
"Bi destê çeteyan li dijî avahiyên me yên partiyê gelek caran êrişên bi vî rengî hatin kirin. Bi rêya van êrişan tê xwestin ku rêveber, endamên partiyê û gelê me bitirsînin. Li dijî êrişên faşîst û çeteyan em ê nerazîbûna xwe ya demokratîk heta dawiyê bi kar bînin."
Parlamenter, rêveber û endamên HDPyê wê saet di 16.30 deqîqeyan de li ber avahiyê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. (RT/FD)