Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Aho (Sefer) Bileçen, Keşeyê Dêra Mor Yaqûbî, duh di saetên şevê de ji Girtîgeha Tîpa Eyê ya Mêrdînê derketiye. Bileçen di 9ê Kanûna Paşiyê de, li Nisêbînê, navçeya Mêrdînê di encama operasyoneke leşkerî de hatibû desteserkirin.
Bileçen bi tohmeta ku “alîkarî daye rêxistinê” di 10ê Kanûna Paşiyê de hatibû girtin. Parêzerên Bileçenî li hember girtina wî derketibûn û ji bo tehliyekirina wî serî li dadgehê dabûn. Du biryara tehliyeya Bileçenî derketibû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, suryaniyan û Gabriel Akkurt, yek ji keşeyên Dêra Dêrulzaferanê Aho Bileçen li ber deriyê girtîgehê pêşwasî kirine.
Bileçenî spasiya wan kiriye û gotiye “ez westiya me” û naxwaze biaxive. (EKN/FD)
Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê