Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şêwirmindiya Çapemenî û Peywendiyên Gel a Wezareta Berevaniyê ya Neteweyî di daxuyaniyeke çapeminiyê de diyar kiriye ku li Rojavayê çar leşker mirine.
Li gorî daxuyaniyê di dema kontrola rê de wesayiteke bombebarkirî hatiye teqandin. Di encama teqînê de çar kes mirine.
Operasyona Tirkiyeyê ya li Rojava di 9ê Çiriya Pêşiyê ya 2019ê de dest pê kiribû. Ji wê rojê û vir ve li gorî nûçeyên li ber dest 16 leşker mirine. (EKN/FD)