Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha CEzayên Giran a 37. a Stenbolê bi sûcê “alîkarîya FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) Emin Çölaşan û Necati Doğruyî 3 yıl 6 sal û 15 roj; Mustafa Çetin û Metin Yılmazî 3 sal û 4 meh; Yücel Arı û Gökmen Ulu û Yonca Yücekaleliyê 2 sal û mehek cezayê girtinê standiye.
Dadgehê di rûniştina 11. de biryar daye. Ji bo Mediha Olgunî jî dadgehê biryara beraetkirinê daye.
Emin Çölaşan û Gökmen Ulu bi rêya SEGBISê(Sîstemên Peywendîdana bi Deng û Dîmenan) beşdarî rûniştinê bûne. Kesên dî yên têne dadkirin jî li dadgehê hazir bûne.
19ê Gulana 2016ê li ser rojnameya Sozcuyê operasyonek hatibû kirin. Xebatkarên wê bi lêpirsîna li ser rêxistina FETOyê hatibûn desteserkirin.
Birêvebirên rojnameyê jî bi sûcên “birêvebirina rêxistina çekdar a terorî”, “propagandakirina ji bo rêxistineka terorî” û “digel nebûna di pêkhateyên hîyerarşîk a rêxistinê alîkarîdana bi zanebûnî û bi dilê xwe” hatibûn desteserkirin.
(TP/MB)