Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li kanek komirê ya li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê hezaz pêk hatibû. Hasan Înalê karker di bin hezazê de mabû. Cenazeyê Înalî piştî 40 saetan hatiye dîtin. Cenazeyê Înalî ji bo otopsiyê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hatiye zanîn ku cenazeyê Înal ji bo veşartinê birin Bajarokê Gundikê Meliyê.
Malbata Înalî hatibû desteserkirin
Duh li Sêrtê, li gundikê Ûmyanîsê yê bi ser gundê Dogana Berwariyê girêdayî, leşkeran bi ser malan de girtibûn û 19 kes desteser kiribûn. Di nava wan de dayik û birayê Hasan Înal, karkerê di bin hezazê de mabû jî hebû.
Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDPyê ya Sêrtê, bi rêya parêzerên HDPya Sêrtê kete nava hin hewldanan û li ser van hewldanan malbata Înalî piştî îfadeya xwe li Fermandariya Cendermeyan a Sêrtê dan, serbest bûn. Ji birayê Înalî re gotine Hasan Înal di bin hezazê de maye lê ji dayika wî, Sarya Înalê re negotine. Malbat bi wesayitekê birine Şirnexê ku rêxistina HDPyê ya Sêrtê dabîn kiriye.
Îfadeyên kesên desteserkirî berdewam dike.
Li Şirnexê di 2 salan de 14 karker mirine
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di nava du salan de li Şirnexê di kanayan de 14 karker mirine. Yek jî birîndar bûye.
14ê Çiriya Pêşiyê ya 2017ê: Li kanaya komirê ya hejmar yekê hezaz pêk hatiye. Di encamê de Mehmet İzer, Sevkan Ustun, Yılmaz Magrur, Mesut Magrur, Vedat Ozden, Ramazan Ugur, Abdullah Kayaş û Ugur Kabak mirine.
25ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê: Li gundê Hesena yê Silopyayê wesayîta karî ya kanayê qulipiye û karkerê bi navê Ferhat Kayaalp miriye.
4ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê: Li kanaya di navbera gundê Kironê û Gundikê Meliyê de teqîn pêk hatiye. Di encamê de Abdurrahman Tunç (43) û birayê wî Omer Tunç (37) û Îdrîs Înan mirine.
11ê Gulana 2019ê: Li gundê Avgamasiyayê di kanayekê de teqîn pêk hatiye. Di encamê de Reşît Ozcan miriye. Kamil Sunar birîndar bûye.
24ê Kanûna Pêşiyê ya 2019ê: Li kanaya di navbera gundê Nêvava û Gilindorê de dimîne hezaz pêk hatiye. Di encamê de karkerê bi navê Hasan Înal miriye.
(AO/FD)
Çavkanî: AA, MA