Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Adilcewaza navçeya Wanê keleka penaber tê da bûn serobino bûye 7 penaber mirine 64 kes hatine xilaskirin.
Di daxuyaniya Walîtiya Bedlîsê da haiye destnîşankirin ku îro di saet 02.30-03.00yê ber destê sibê da li perava Behra wanê di navbera gundên Erîkbaxi û Karşiyakayê da keleka penaberên welatiyên Pakistan, Efxanistan û Bangladeşê hebûn dema nêzî bejîyê dibû serobin bûye.
Di daxuyaniyê da wiha hatiye gotin:
"Li gor tesbîtên ewil 5 kes li dewsa bûyerê mirî hatin dîtin, 2 kes jî rakirin neweşxaneya Adilcewazê li wê derê mirine. Di bûyerê da 7 kes mirine. 64 kesên hatin xilaskirin jî ji bo dîtina hewcedariya wan a sitarbûn û xwedîkirinê û temamkirina karûabrên fermî rakirin nexweşxaneyên me yên li Tetwan û Adilcewazê. Ekîbên AFADê û cendirme li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin. Ji bo bûyerê lêpirsînên edlî û îdarî dan destpêkirin."
(MB)
*Çavkanî: Haydar Şahin/AA