Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli di danişîna ewil de hat dadgehkirin û biryara dewama girtina wî hat dayîn.
Danişîna ewil a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî kirin û ji wezîfeyê hat dûrxistin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.
Mizrakli ji Girtîgeha T2 a Bunyana Kayseriyê bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Mizrakli û parêzerên wî Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, Mehmet Emîn Aktar û Zulal Erdogan parastinê kirin.
Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara dewama girtina Mizrakli da û danişînê taloqî 10’ê sibata 2020’an kir.
Çi bûbû?
Wezareta Karûbarên Hundir 20ê Tebaxê bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Bixwîne - Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin
Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke kayum hatine tayînkirin.
Bixwîne - "Îradeya demokratîk hatiye kuştin"
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji ber ku 9 lêpirsînname ji bo Mizrakliyî, 6 lêpirsînname ji bo Turkî u 7 lêpirsînname jî ji bo Ertanê hatine amadekirin û li dadgehên cezayê giran dadkirin berdewam dikin, ji wezîfeyê hatine standin.
22yê Tebaxê Walîtîya Êlihê mixtarên sê taxên bajarî û mixtarekê gundekê ji karê wan dûrxistiye û li şûna wan qeyûm wezîfdar kirine.
Walîtîyê biryara li ser mixtaran li malpera xwe weşandiye. Li gor daxuyanîya li ser malperê (bi zimanê tirkî) mixtarên taxên Çay, Korik û Bağlarê û mixtarê gundê “Kösetarla”yê ji karê wan hatiye dûrxistin.
(RT/MB)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê