Wêne: Tarik Tolunay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehkirina Doza Geziyê li 30em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hatiye. Dadgehkirin li Kampusa Girtîgehê ya Silivriyê bi rê ve çûye. Osman Kavala, Serokê Lijneya Rêveber ê Anadolu Kulturê tevlî 15 kesên din tê dadgehkirin. Ji bilî Kavalayî 15 kesên din bêyî ku bên girtin dadgehkirina wan berdewam dike.
Dadgehê daxwaza betalkirina kontrola edlî ya li ser gumanbaran qebûl nekiriye. Dîsa digel ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) gotiye mafên Osman Kavalayî hatine binpêkirin, dadgehê biryara tehliyeyê ji bo wî nedaye.
Karsaz, derhêner, parêzer, rojnameger, plankerên bajaran, şanogor jî tê de 16 kes, tê îdiakirin ku çalakiyên Parka Geziyê, yên di sala 2013ê de li 80 bajaran pêk hatibû birêxistin kirine. Her weha tê îdiakirin ku “hewl dane hikûmetê ji nav bibin” û cezayê miebetê yê girankirî ji bo wan tê xwestin.
Osman Kavala bi tohmeta ku “alîkariya madî daye çalakiyan” tê dadgehkirin. DMMEyê biryar dabû û gotibû bi girtina Kavalayî re mafên wî hatiye binpêkirin û divê demildest serbest bibe. Kavala 784 roj in ku girtî ye.
Kavala: 26 caran daxwaza min a tehliyekirin nehate qebulkirin
Osman Kavalayî di axavtina xwe de wiha got: “Parêzerên gumanbaran derxistine holê ku guhdarkirinên di îdianameyê de hatine nivîsandin dijhûqî ne û ev xebat ji hêla wan kesan hatiye kirin ku bi Gulentiyê ve tên tohmetkirin. Ev îdianame ew belgeye ku ez ne tawanbar im lê bê tawan im. 26 caran min daxwaza tehliyeyê kir. Lê bi sedemên nêzîkî hev nehatin qebûlkirin.
Koksal Bayraktar, Parêzere Kavalayî biryara DMMEyê bibîr xistiye û wiha gotiye:
“Biryara DMMEyê ya ji 80 rûpelan pêk hatiye, biryareke wiha ye ku dîrokî ye û wê bandora xwa di salên pêş de jî diyar bike. Di vê biryarê de bi awayekî zelal hatiye gotin ku mafên miwekilê min hatine binpêkirin. DMMEyê di vê biryarê de gotiye ku dema girtîbûna wî dema maqûl gelekî boriye û ne biryareke wisa ye ku di nava sînorên maqûl de bê nirxandin. DMMEyê daxwaz kiriye ku miwekilê me demildest serbest bibe. Miwekilê me zêdetirî 2 salan e girtî ye. Ev jî tê wê wateyê ku miwekilê me têra xwe mexdûr bûye. Em dixwazin li gorî vê biryara dîrokî û girîng a DMMEyê, ya di dîroka civakî ya Tirkiyeyê de xwedî cihekî girîng e, êdî girtî nemîne.”
Dadgehê daxwaza rakirina biryarên kontrola edlî û tehliyekirina Osman Kavalayî qebûl nekiriye. Dadgehkirin wê 28ê Kanûna Paşiyê berdewam bike.
Doza Çalakîya Gezîyê
16ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê polîsan operasyon li dar xistibû û Porf. Dr. Betul Tanbay û Prof. Dr. Tûrgût Tarhanli, Wekîlê Serokê Lijneya Rêveberiya Anadolû Kulturê Yîgît Ekmekçî, endamên Lijneya Rêveberiyê Alî Hakan Altay, Koordînatorê Giştî Asena Gunal û produktor Çîgdem Mater û Meltem Aslan, xebatkarên rêxistinên civaka sivîl Yîgît Aksakoglû, Fîlîz Telek, Bora Sari, Yûsûf Civir, Ayşegul Guzel û Hande Ozhabeş hatibûn desteserkirin.
Bixwîne - Dozgeran ji bo Osman Kavala û 15 mafparêzan muebeda zehmetkirî xwest
16ê Çiriya Paşiyê piştî îfadegirtina wan Hande Ozhabeş, Prof. Dr. Tûrgût Tarhanli, Asena Gunal u Bora Sari û Meltem Aslan, 17ê Çiriya Paşiyê jî Prof. Dr. Betul Tanbay, Yîgît Ekmekçî, Hakan Altinay, Yûsûf Civir, Ayşegul Guzel û Çîgdem Mater hatibûn berdan.
Yîgît Aksakoglû ku li Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê xebatên civaka sivîl dikir hatibû girtin.
Osman Kavala Serokê Lijneya Rêveber ê Anadûlû Kulturê ji 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê û vir ve bêyî ku îdianame ji bo wî bê amadekirin girtî ye.
Dozgerî ji îfadeyê bang li Atalay, Kahraman, Yapici, Saymadi, Agabeyoglû kiribû.
Di çarçoveya lêpirsîna Geziyê ya ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê dimeşîne, rêveberên Şaxa Buyukketa Stenbolê ya Odeya Mîmaran û ji Piştevaniya Taksîme Mucela Yapici û parêzer Can Atalay, plankarê bajarvaniyê Tayfûn Kahraman, endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Ji nû ve avakirinê ya Sosyalîstan (SYKP) Ahmet Saymadî û Halûk Agabeyoglû, 28 û 30ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê li Miduriyeta Emniyetê ya Stenbolê îfade dabûn.
Îdianameyeka 657 rûpelî 20 Sibatê hatibû amadekirin. 30em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê 4ê Adara 2019ê ev îdianame qebûl kiribu. Di îdianameyê de li gel Can Dundar û Mehmet Alî Alabora kesên din ên ku tên tohmet kirin ev in:
Endamê Lijneya Rêveber a Anadolu Kultur A. Ş.yê Ali Hakan Altinay, Mîmar Mucella Yapici, lîstikvan Ayşe Pinar Alabora, sînemager û rojnameger Çîgdem Mater Ûtkû, Nûnera Tirkiyeyê ya Weqfa Civaka Vekirî Gokçe Yilmaz, nivîskar Handan Meltem Arikan, Koordînatora Navenda Pêşxistina Civaka Sivîl Hanzade Hîkmet Germiyanoglû, Înanç Ekmekçî, alîkarê derhênerî/ê, sînemager û reklamsaz Mîne Ozerden, parêzer Can Atalay, Serokê Lijneya Rêveberiya Şaxê Stenbolê yê Odeya Plansaziya Bajaran ê TMMOBê û endamê Lijneya Rêveber ê heman saziyê, akademisyen Tayfûn Kahraman, Wekîlê Serokê Lijneya Rêveber ê Anadolu Kultur A. Ş. yê û Endamê Lijneya Rêveber ê Dibistanên Weqfa Terakkiyê Yîgît Alî Ekmekçî.
Lijneya Wezîran a 61ê bûye dozdar
Di îdianameyê de Lijneya Wezîran a 61ê weke dozdar hatiye nîşandan. Kesên di wê Lijneyê de cih digirtin ev bûn:
Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan, alîkarê serokwezîrî Bulent Ariç, Alî Babacan, Beşîr Atalay, Bekîr Bozdag û Emrûllah Îşler, Wezîrê Behrvanî, Ragihandin û Veguhastinê Bînalî Yildirim, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Şahîn, Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş, Wezîrê Zanyarî Pîşeyî û Teknolojiyê Nîhat Ergun, Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Farûk Çelîk, Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Erdogan Bayraktar, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz, Wezîrê Ciwanan û Sporê Sûat Kiliç, Wezîrê Çandinî, Xida û Ajalvaniyê Mehdî Eker, Wezîrê Bazirganî û Gumrukê Hayatî Yazici, Wezîrê Navxweyî Mûammer Guler, Wezîrê Geşepedanê Cevdet Yilmaz, Wezîrê Çand û Hunerê Omer Çelîk, Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek, Wezîrê Perwerdeya Milî Nabî Avci, Wezîrê Berevaniya Milî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Daristanan û Avê Veysel Eroglû, Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû, Wezîrê Ekonomiyê Zafer Çaglayan û Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn.
746 kesan giliyên 16 kesan kiriye
Di îdianameyê de navê 746 kesan weke kesên giliyê 16 kesan kirine, hatiye nivîsandin.
Dîsa tohmetên derbarê 16 kesan de wiha hatiye nivîsandin:
Çavkanî: Twitter / #GeziyiSavunuyoruz