Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Cemal Kajuxcî(Kaşikçi, Qaşiqçî) ew rojnameger e ku li Balyosxaneya Erebistana Siûdiyê hatiye kuştin lê termê wî nehatiye dîtin. Erebistana Siûdîyê biryar daye ku 5 kes dê bêne sêdarekirin û 3 kesên dî jî dê bêne girtin.
bixwîne - Zarokên Kaşikçiyî: Em dixwazin termê bavê xwe veşêrin
Qajûxçî ji beriya ku bê kuştin nivîskarekê rojnameya Washington Postê bû. Washington Postê li ser biryara dadgehên Erebistana Siûdîyê daxuyanîyek weşandiye. Rojnameyê diyar kiriye ku ev biryar wek henekeka li edaletê ye. Rojnameyê rexne li wê yekê kiriye ku prens, Muhammed bin Selman û rayedarê îstixbaratê Ahmed el Asiri wek bêsûc hatine dîtin.
Li gor nûçeyeka Dengê Amerîkayê, desthilatdarîya Erebistana Saûdî roja Duşemê girêdayî kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî biryara sêdaredana 5 kesan û zîndankirina 3 kesên din daye.
Dadgeha Saûdî biryara serbest kirina cîgirê serokê Îstîxbarata Saûdî yê berê Ahmed Al U'seyrî da û Saûd Al Qahtanî şêwirmendê nêzîkî Prensê Cîgir Mihemed Bîn Salman bêtawan derxist.
Serdozgerîya giştî ya Erebistana Saûdî di daxûyanî û pres konferansekê de roja Duşemê ragihandibû ku kuştina rojnamevan Xaşiqcî li avahiyê konsulxana Saûdî li Stenbolê sala bûrî bi niyeta pêşwext ya kuştinê pêk nehatîye.
Daxûyanî herwiha dide zanîn ku dadgeha sizaya tawanan li Riyaz ragihandîye ku biryara dadgehê dikare bihê red kirin.
Xaşiqçî kesayetiyê naskirî û rojnamevanê Saûdî di Washington Postê de gelek caran rexne li Prensê Cîgir Mihemed Bîn Salman kirîbûn, lê ew sala par li konsulxaneya Erebsitanan Saûdî li Stenbol hat kuştin û şêwîrmendê nêzîk yê Presnê Cîgir û serokê berê yê Îstîxbarata Saûdî bi tawana kuştinê hatbûn tawanbar kirin.
Amerîka daxwaz çend caran ji Erebistana Saûdî xwest ku dadgeheke bêalî û dadwerane derbarê kuştina Xaşiqcî encam bide.
Kuştina Xaşiqcî bûbû sedema nerazîbûn û şermezarkirinê ji aliyê civaka navnetewî de.
Çi bûbû?
28ê Îlonê ji Kaşikçiyî re hatiye gotin ku “kaxizên te ne amade ne” û jê xwestine ku 2yê Çiriya Pêşiyê dîsa here Konsolxaneyê.
Ji 2yê Çiriya Pêşiyê saet 13.00ê, Cemal Kaşikçi de çûye Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê.
Dewleta Erebistana Siûdiyê eşkere kiribû ku Kaşikçi hatiye kuştin lê hê termê wî nehatiye dîtin.
Dozger hat
Dozgerê Erebistana Siûdiyê, Suud el Muceb 31ê Çiriya Pêşiyê ji bo li ser kuştina Cemal Kaşikçiyî lêkolînan bike hatiye Stenbolê, vê sibeyê çûye navenda Rêxistina Îstixbarata Neteweyî(MÎT).
Dozgerê navborî jî çûye Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê. Ew û serdozgerê Dadgeha Stenbolê Irfan Fidan civiyane.
NY: Bila cihê termê Kaşikçi bê dîyarkirin
Komîsera bilind ê mafên mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, Michelle Bacheletê bangî Erebistana Siûdiyê kiriye û diyar kiriye divê cihê termê kaşikçî lê ye bê eşkerekirin.
18 kes hatine girtin
Serdozgerê Siûdiyê, diyar kiriye ku tehqîqata derbarê dosyayê de berdewam dike û 18 welatiyên Erebistana Siûdiyê hatine girtin.
Li gorî daxuyaniya ku ajansê ragihandiye, “Mirnişînî ji ber rewşê gelekî xemgîn e”. Navê kesên ku hatine girtin nehatiye aşkerekirin.
(DB/MB)
*Çavkanî: Washington Post, Dengê Amerîkayê, arşîva bianetê.