Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Danişîna 10emîn a Doza JÎTEMê ya Kerboranê li 2emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê pêk hatiye. Ev doz têkildarî windakirina 3 jê zarok 8 kesên di navbera 29ê Çiriya Pêşiyê ya 1995an û 8ê Adara 1996an de li navçeya Kerborana Mêrdînê hatibûn windakirin vebûye. Doz bi hênceta ewlehiyê ji Mêrdînê şandibûn Semsûrê.
Di danişîna beriya niha de hatibû xwestin ku Ahmet Kul, Serdozgerê Komarî yê wê demê weke şahid beşdarî dadgehkirinê bibe. Lê Kul beşdarî dadgehkirinê nebû û bersiva nivîsa heyeta dadgehê jî nehatiye dayîn.
Bersûcan hincet nîşan dane û ji ber wê beşdarî dadgehkirinê nebûne. Tenê xizmên gilîkaran û parêzerên wan beşdar bûne.
Dadgehkirin wê 9ê Adara 2020an berdewam bike.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê de ji parêzerên malbatan Ahmet Ozmenî axiviye û bertek nîşanî biryarê daye. Ozmen wiha axiviye: “Tenê li ber çavan darizandinê dikin. Bersûc xwe wek bersûc nabînin û ew tirs û endîşeya cezakirinê bi wan re nîne. Ev sê sal in dozger wek şahid naynin dozê. Divê polîtîkaya bêcezakirinê bidawî bibe.”
Davut Altunkaynak (12), Seyhan Dogan (13), Nedim Akyon (16), Mehmet Emin Aslan (19), Abdurrahman Olcay (20), Abdurrahman Coşkun (21) û Suleyman Seyhan (57), li Kerboranê hatibûn desteserkirin. Di salên 2012, 2013 û 2015ê de hin dever hatibûn kolandin, hestiyên van kesên desteserkirî hatibûn dîtin. Li ser van hestiyan şopên îşkenceyên giran hebûn.
Hemû dozên ku bi navê dozên JITEMê tên zanîn lê di van dozan de JITEM bi ti awayî nayê tohmetkirin, bi beraet an jî bi derbasbûna demê re bi encam bûne. Doza Kerboranê tekane doz e ku hê berdewam dike. (AS/FD)