Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mulkiye Birtane, Parlamentera kevin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Endama Dîwanê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li 4em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dihate dadgehkirin. Dadgehê biryara tehliyeyê ji bo Birtaneyê daye.
Leyla Guven, Parlamentera HDPyê biryara tehliyekirina Birtaneyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye.
Çi bûbû?
Di 26ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê polîsan bi ser malan de girtibû û Birtane di vê demê de hatibû desteserkirin. Dozgeriyê xebatên wê yên KCDyê kiribû sedem û bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” dadgehê biryara girtinê da.
Bîrtane ji 30ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê û vir ve girtî bû.
Derbarê Mulkiye Birtaneyê de
Parlamentera serdema 24an a HDPyê ya Qersê, Endama Dîwanê ya KCDyê û dersdar e.
Sala 1964an li Qersê ji dayik bûye. Beşa Ingilîzî li Fakulteya Perwerdeyê ya Kazim Karabekirî ya Zanîngeha Ataturkê qedandiye.
5 salan li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê weke dersdar kar kiriye. Paşê jî weke dersdar li Wezareta Perwerdeyê ya Milî wezîfe girtiye. Bûye rêvebera Egitim-Senê ya Amedê. Yek ji Avakara Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Zimanê Kurdî û Kooperatîfa Jinan a Kibeleyê. Bûye seroka Akademiya Jinan. Ji bo Azadiya Welatê nivîs nivîsandine. (TP/FD)