* Fotograf: İBB - AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê aşkere kiriye ku wê 420 xebatkarên bi peyman bigirin karî.
Di ragihandina Şaredariyê de hatiye diyarkirin ku wê serlêdana du dersdaran a ji bo perwerdeya zimanê kurdî qebûl bikin. Li gorî şertên ku Şaredariyê diyar kiriye, kesên dixwazin serî li karî bidin divê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî qedandibin.
Her weha Şaredariyê dest nîşan kiriye ku kesên dest bi karî bikin, li gorî pêdiviyê wê li navçeyên Stenbolê bên wezîfedarkirin.
Serlêdan di navbera 13 û 17ê mehê de ye
Serlêdan wê di navbera 13 û 17ê Kanûna Pêşiyê de dest pê bikin. Piştî nirxandina serlêdanan wê di navbera 20 û 26ê Kanûna Pêşiyê de bikevin ezmûneke devkî.
Temenê kesên ku dixwazin serî lê bidin divê ji 30î ne zêdetir be.
Kiliçdaroglûyî aşkere kiribû
Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) di meha tebaxê de bi kesên beşa Ziman û Wêjeya Kurdî qedandine re civiyabû.
Kiliçdaroglûyî li vir gotibû ku ew ê li İSMEKan dest bi perwerdeya kurdî bikin. Her weha diyar kiribû ku ew ê xizmetê bi zimanê kurdî bidin kal û pîran, ên ji bilî kurdî bi zimanekî din nizanin. (TP/FD)
Ji bo zanyariyên zêdetir bitikîne