Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevşaredarên Pasûrê, Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay û sê karmendên şaredariyê hatine tehliyekirin. Li şûna hevşaredaran qeyûm hatibû tayînkirin.
Di 12ê Îlonê de li gundê Beyrokê yê navçeyê teqînek pêk hatibû û 7 kes miribûn, 13 kes jî birîndar bûbûn. Li ser vê bûyerê hevşaredar hatibûn desteserkirin û di 17ê Îlonê de jî hatibûn girtin.
Piştî teqînê doz li Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ayê, karmendê şaredariyê Şener Aktaş û Hevserokê HDPyê yê Pasûrê Abidin Karaman, Namzetê Şaredariyê yê Pasûrê yê ku Desteya Bilind a Hilbijartinê namzetiya wî qebûl nekiribû Mehmet Emîn Ay, endamê Meclîsa Şaredariyê yê Pasûrê Yucel Çete û operatorê wesayita karî Umît Fîdanî hatibû vekirin.
Duh danişîna yekem a dozê li 9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi rê ve çûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dadgehê Taş, Ay, Karaman, Aktaş û Ay bi şertê kontrola edlî serbest hiştiye.
Yeni Şafakê ew kiribûn hedef
Piştî teqînê bi du rojan rojnameya Yeni Şafakê ku nêzîkî hikûmetê ye bi sernivîsa “HDPyê êriş kiriye” nûçeyek belav kiribû.
Di nûçeyê hatibû gotin ku “detayên êrîşê zelal bûne “ hatibû îdiakirin ku hemû şopên êrîşê diçin ber bi HDPyê ve. Her weha hatibû gotin ku wesayitên şaredariyê beriya teqînê ji herêmê veqetiyane. (EKN/FD)
Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê