Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Semîha Şahîn û Pinar Gayîp, edîtorên Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) li 23yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatine dadgehkirin. Şahîn û Gayîp bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” tên dadgehkirin.
Dadgehê biryar da û got ku cezayê girtina li malê ya Şahîn û Gayîpê, betal kiriye. Lê heman dadgehê biryara qedexeyê ya derketina derveyî Tirkiyeyê daye.
Dadgehê her weha şertê “kontola edlî” ya Gulsen İmre û Ferhat Harûnî rakiriye ku di heman dosyayê de dihatin dadgehkirin. Dadgehkirin wê 27ê Sibata 2020ê berdewam bike.
Çi bûbû?
23. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê 13ê Hezîrana 2019ê biryar dabû ku Şahîn û Gayîp wê bibin mehkûmên malê.
Polîsan 13ê Nîsana 2018ê li derdora saet 02.00ê girtibûn ser malên Gayip û Şahînê û ew desteser kiribûn. Gayip û Şahîn û Ferhat Pehivan endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst û Gulsen İmreya ku li Taxa Gaziyê hatibû desteserkirin, 19ê Nîsanê derxistibûn pêşberî dozgeriyê.
Bixwîne - Du rojnamegerên girtî, Şahin û Gayip nehatin berdan
Dozgerî bêyî îfadeya wan bistîne, bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” û bi daxwaza girtina wan, ew şandin Dadweriya Cezayan a Silhê ya Nobedar.
Dadweriyê ji bo Semîha Şahînê bi îdiaya ku “endama rêxistinê ye û propaganda kiriye”, ji bo Pinar Gayipê bi îdiaya “endamarêxistinê ye”, ji bo endamê endamê SGDFyê Ferhat Pehlîvan û Gulsem Îmreyê jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” biryara girtinê derxistibû. (TP/FD)