Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Deklarasyona Londrayê ya NATOyê hatiye weşandin: "Her cure terorîzm hê jî ji bona me hemûyan gef û talûke ye."
Hin xalên delarasyonê ev e:
* "Divê wek îtifaq em nifûza Çînê ya zêde dibe û derfetên ji ber polîtîkayên wê yên navneteweyî derketine bi hev ra binirxînin."
* "Ji xeynî Amerîkayê mesrefên parastinê yên mutefîqên din 5 sal e zêde dibe. Ji bo parastinê ji 130 milyar dolarî zêdetir veberhênan hat kirin."
* Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg destnîşan kir plana parastinê ya der barê dewletên Baltikê da hat qebûlkirin.
Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez destnîşan kir wê hebûna xwe ya di mîsyona parastina moşekan ya NATOyê ya li Tirkiyeyê da bidomînin.
Kê çi gotibû?
Macron: Divê Tirkiye tercîhekê bike
Emmanuel Macronî herwiha bal kişandiye li ser helwesta Tirkîyeyê û diyar kiriye ku ew dewlet dibêje ger NATO, YPGyê wek “rêxistineke terorê” nepejirîne ew ê piştgirîyê nede Plana Baltik. Macronî gotiye, divê li ser vê helwesta Tirkîyeyê ji wê were pirsîn ku dixwaze wek endamê NATOyê bimîne yan na.
Trump: Em toleyan dinirxînin
Donald Trumpî jî di axaftina xwe de dîyar kiriye ku ew toleyên li dijî Tirkîyeyê hîn dinirxînin. Trumpî li ser sîstema S-400an ya ku Tirkîyê ji Rûsyayê sitandibû jî rêvebirîya Barack Obama tawanbar kiriye û daye zanîn ku Tirkîyê xwestiye sîstema Patriotê bistîne lê rêvebirîya Obamayî destûr nedaye.
Erdogan û Esperî jî daxuyanî dabûn
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyîp Erdogan beriya ku biçe Civîna NATOyê ya li Londonê, paytexta Ingilîstanê, duh li Balafirxaneya Esenbogayê ya Enqereyê civîneke çapemeniyê li dar xistibû. Erdoganî gotibû, "Li gor gef û xetereyên roja îroyîn divê NATO xwe rojane bike” û wiha berdewam kiriye:
"Heke dostên me yên di NATOyê da yên ku em wekî rêxistina terorê dipejirînin û pê ra têkoşîna dijî terorê didin wek rêxistina terorê qebûl nekin bila li qisûrê nenêrin em ê li dijî hemû pêngavên ku li wir tên avêtin derkevin."
Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Mark Esperî jî dîyar kiribû ku gotinên Tirkîyeyê yên li ser gefên li dijî wê ji alîyê dewletên din yên NATOyê ve nayê qebûl kirin û daye zanîn ku ew ê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek ‘’rêxistineke terorî’’ nebînin.
(PT/MB)