Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trumpî daye zanîn ku ew ê petrolê biparêzin û alîkariya Kurdan bikin.
Donald Trump duh bi serdaneke çaverênekirî çû Efxanistanê û serdana leşkerên welatê xwe li binkeya leşkerî ya Begramê kir.
Malpera Rûdawê ragihandiye ku Trumpî li Efxanistanê gotiye:
“Talîban rêkeftinê dixwaze û em jî bi wan re dicivin û ji wan re dibêjin, divê agirbest were ragihandin û niha jî ew ji bo ragihandina agirbestê amade ne.”
“Amerîkayê bi temamî DAIŞ têk bir û serkirdeyê wê Ebûbekir Bexdadî jî kuşt.
Bi gotina Trump piştî ku wan xelîfeyê DAIŞê li Sûriyê kuşt, niha bala wan li ser çend mijarên din e. Serokê Amerîkayê diyar kir, rast e hêzên wan li çend navçeyên Sûriyê vekişiyan, lê belê niha hebûna wan li hin navçeyan heye.
Donald Trump herwiha destnîşan kir, hêzên wan parastina petrolê dikin ku ji bo Kurdan çavkaniyê dahatê ye û tekez kir, bi rêya parastina petrolê ew dê alîkariya Kurdan li Sûriyê bikin.
Her di çarçoveya serdana berprisên pilebilind ên Amerîkayê bo cem leşkerên welatê xwe li cihên din ên cîhanê bi boneya cejna supasguzariyê, êvara roja Şemê 23ê Mijdara 2019an Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence serdana binkeya serbazî ya el Esed a li parêzgeha Enbar a Iraqê kir û bi serbazên welatê xwe re civiya.
Piştre Mike Pence serdana Herêma Kurdistanê kir û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û herdu aliyan di wê hevdîtinê de têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê gotûbêj kirin.
Pence paşê di twîtekê de ragihand: “Ji bo min şerefekî mezin bû ku li Hewlêrê min serok Barzanî dît, li ser navê serok Trump, min tekezî li ser hevpeymaniya bihêz a navbera Amerîka û gelê Kurd ku di encama şer de li navçeyê çê bibû, kir.”
(MB)
*Çavkanî: Rûdaw, Fox News