Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin û ya Dêrikê Mulkiye Esmez hatine girtin. Piştî desteserkirina hevşaredaran, qeyûm li şûna wan hatibû wezîfedarkirin.
Her sê hevşaredar û Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk di 15ê Çiriya Paşiyê de hatibûn desteserkirin. Çevîk di 20ê Çiriya Paşiyê de hatibû girtin. Her sê hevşaredarên din jî piştî 12 rojan desteserkirî man, duh hatine girtin.
Bixwîne - Heta niha li 20 şaredariyên HDPyê qeyûm hatine wezîfedarkirin
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê dozgeriyê pêşketinên dema qedexeyên derketina derve ji hevşaredaran pirsî ye ku di navbera 2015 û 2016ê de pêk hatibû.
Her weha pirsên derbarê delegetiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo bidawîanîna tecrîta li ser Abdullah Ocalan, Rêberê PKKyê jî li Gulîstan Oncel, Hevşaredara Stewrê hatine kirin.
Hevşaredar bi îfadeyên şahidên nepen hatine tohmetkirin.
18 hevşaredar girtî ne
Piştî girtina Oncu, Ozaydin û Esmezê, hejmara hevşaredarên girtî ji hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê û vir ve gihiştiye 18an.
Hevşaredarên hatine girtin û rêjeya dengên ku bi dest xistine wiha ye:
* Hevşaderarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli (%62,9)
* Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Kahraman (%59,97)
* Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu (%48,02)
* Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin (%56,40)
* Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez (%69,34)
* Hevşaredarên Geverê Remziye Yaşar-İrfan Sari (%66,18)
* Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk (%59,36)
* Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîs-Ferhat Kurt (%77,42)
* Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş-Fatma Ay (%49,97)
* Hevşaredarên Rêya Armûşê Azîm Yagcan-Şehzade Kurt (%54,47)
* Hevşaredara Kayapinarê Kezîban Yilmaz (%66,39)
* Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn (%49,71)
* Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier (%61,67)
* Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksu (%61,83)
Li 24 şaredariyan qeyûm hatine wezîfedarkirin
Wezareta Karûbarên Hundir di 19ê Tebaxê de, bi sedema ku lêpirsîn li ser wan tê meşadin, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê, ê Mêrdînê û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ji wezîfeyê dûr xist. Li şûna wan qeyûm tayîn kir. Ji wê rojê heta niha, li 24 şaredariyên HDPyî qeyûm hatine tayînkirin.
Wezaretê li şûna şaredaran, qaymeqam an jî walî wezîfedar kiriye.
Rêjeya dengên şaredariyên ku qeyûm lê hatine wezîfedarkirin wiha ye:
Amed: %62,93
Wan: %53,83
Mêrdîn: %56,24
Colemêrg: %59,97
Gever: %66,18
Pasûr:%49,97
Kayapinar: %66,35
Bismil: %71,43
Karaz:%61,67
Qereyazî: %61,83
Nisêbîn:%77,42
Erdîş: %49,71
Cizîr: %76,99
Saray: %61,38
Qoser: %70,45
Dêrik: % 69,34
Pirsûs: % 59,36
Stewr: %48,02
Şemrex: %56,40
Perî: % 35,90
Hezex: % 73,84
Yenîşehîr: %62,32
Hezro: %52,61
Rêya Armûşê: %54,47
(EKN/FD)