Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Navdewletî ya Efûyê (Amnesty International) ragihandiye, herî kêm 143 kes di xwepêşandanên Îranê de hatine kuştin.
Di wê raporta xwe de Amnesty dibêje, piştî ku di 15ê vê mehê de xwepêşandan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin û berpirsên Îranê biryar dan, ku rêkarên ewlekariyê tundtir bikin, herî kêm 143 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin.
Amnesty di raporta xwe de diyar kiriye, ku li gor raportên piştrastkirî kesên hatine kuştin sivîl in û piraniya wan jî bi gulle hatine kuştin.
Di hefteya derbasbûyî de jî, wê rêxistina navdewletî ya mafên mirovan derbarê xwepêşandanên li Îranê de raportek belav kiribû û gotibû, raportên ku ji çavkaniyên piştrastkirî yên ji nav Îranê ve gihîştine wan, nîşan didin ku 106 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin, lê tekez kiribû ku egera zêdebûna hejmara kuştiyan heye.
“Dijminên me: Amerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdiyê”
Li Meydana Înqilaban a Tehranê, Serfermandarê Leşkerî yê Pasdaran, Huseyin Selamîyî gotiye:
“Me xwe girtiye... Lê heke dijminên me Amerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdiyê ji xetên me yên sor biborin em ê wan tine bikin.”
(PT/MB)
Çavkanî: AA, Rûdaw