Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji bo Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), cara 2yê ye ku serî li Dadgeha Destûrî didin. Di daxwaznameyê de hatiye gotin ku ji bo Demîrtaşî herî hindik pênc caran serî lê hatiye dayîn lê lêkolîna wan nehatiye kirin.
Parêzer Aygul Demîrtaş Gokalp, Benan Molû, Ramazan Demîr û Mahsûnî Karamanî daxwaznameyek amade kirine û tê de gotine, digel ku mafê tehliyeyê bi dest xistiye dozgeran, dadgehan biryara tehliyeyê asteng kiriye.
Parêzeran 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê ya li Demîrtaşî hatiye birîn piştî Parlamentoyê paketa reforma darazê qebûl kir, dîsa birin ber destê dadgehê û cezayê lê hatiye birîn hate erêkirin. Di encamê de cezayê wî ji holê rabû. Biryara girtina Demîrtaşî ya ku parêzeran ji bo wê serî li Dadgeha Bilind daye, tekane asteng e li pêşiya tehliyeya wî.
Selahattîn Demîrtaş herî dawî ji dosyaya ku ceza xwaribû hatibû tehliyekirin, lê ji ber ku ji ber dosyayeke din girtî ye, ji girtîgehê nehatibû derxistin.
Erdoganî gotibû “Em nikarin wan berdin”
Parêzeran di daxwaznameya xwe de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi bîr xistine ku gotibû, “Demîrtaş ji ber sedemên siyasî girtî ye”. Her weha gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî hatiye nivîsandin û wiha hatiye gotin:
“Piştî Daîreya DMMEyê di 20ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê de biryar da ku Demîrtaş bila serbest bibe, Erdoganî gotibû “Em ê gaveke li hember bavêjin” û fermana erêkirina 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê dabû. Dîsa piştî danişîna Daîreya Mezin a DMEEyê bi sê rojan, ango piştî vê biryara girtina Demîrtaşî bi rojekê, ji bo Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya wê demê û serlêderê gotibû, ‘Em nikarin wan berdin, heke em wan berdin wê şehîdên me hesab ji me bixwazin’.”
Parêzeran di daxwaznameyê de ji Dadgehê xwestine biryarê derbarê wan tiştan de bide ku mafê azadiya xweîfadekirinê, azadî û ewlehiyê, mafê necezakirinê û mafê dubarekirina cezayê ji heman tohmetê, mafê binpêkirina qedexeya girtina ji ber sedemên siyasî hatiye binpêkirin. (AS/FD)