Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokwezîrê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKPê R. Tayyîp Erdoganî dema li Emerîkayê derbarê komkujîya Ermenîyan wiha gotibû:
"Wekî penaberan digeriyan"
''Berê li warên cuda wekî penaber digeriyan, li Tirkiyeyê jî wiha wekî penaber dijiyan û ji mecbûrî tehcîrek pêk hatiye.”
Li gorî ragihandina Ermenihaber.amê Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê daxuyanîyeke wisa belav kiriye:
"Jixwe komkujîyê rewa dîtibû"
"Jixwe piştî Erdoganê ku Serokwezîrê Tirkiyeyê ye di 24ê Nîsana 2019ê de komkujî wekî “tevgera herî maqûl” bi lêv kiriye, û ji qurbanîyên komkujîyê re gotiye “Çeteyên Ermenan û piştgirên wan” Komkujîya Ermenan rewa dîtiye”
"Niha jî Serokwezîrê Tirkiyeyê dîroka pêşîyên wan û gelê li herêmê ji bîr dike û ji qurbanîyên komkıjîyê de dibêje “penaber” û bi vî awayî wan ji welatê wan jî dike.”
"Divê ji bo qurbanîyên potansîyel komkujî were pejirandin"
"Pejirandina komkujîyê, ji dîrok û dîroknasan bêtir ji bo hemû mirovan û ji bo qurbanîyên potansîyela wan a ji ber nasmeya xwe heye bibin qurbanî lazim e.
"Divê Tirkiye polîtîkayên dijminane dîsa binirxîne"
"Tirkiye polîtîkayên xwe yên li hemberî Ermenîstan û Ermenan ên dijminane dîsa binirxîne. Heke wisa bike mirov ê bikaribe pirgirêkên piştî komkujîyê pêk hatine çareser bike û ji bo kêmkirina tehdîdên li herêmê daxe asta herî jêr.”
(PT/GN/MB)
*GErnas Nenasî ev nûçe wergerandiye