Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
IFEX, (International Freedom of Expression Exchange – Rêxistina Ragihandinê ya Azadiya Xweîfadekirinê ya Navnetewî), ji bo akademîsyen û nivîskar Fîkret Başkayayî kampanyaya piştgiriyê li dar xistibû. Başkaya wê 22yê Çiriya Paşiyê li 21yem Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê were dadgehkirin.
Heta niha ji 5 parzemînan û ji 19 welatan gelek dezgehên çapemeniyê piştgiriya xwe nîşan daye.
23 dezgehên çapemenî û azadiyê piştgiriya xwe aşkere kiriye û ji Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê re peyamên kurt nivîsandine. Di van peyaman de xwestine ku tohmetên bi îdiaya “propagandaya terorê” tên kirin û zext bidawî bibin Yekîtiya Nivîskaran a Cîhanî (PENa Navnetewî) jî du roj berê daxuyaniyek weşandibû û diyar kiribû ku ew li gel Fîkret Başkayayî ne.
Dezgehên ku îmze dane kampanyayê
Adil Soz- International Foundation for Protection of Freedom of Speech (Kazakistan)
Albanian Media Institute (Arnavutluk)
Cartoonists Rights Network International (DYA)
European Centre for Press and Media Freedom (Almanya)
Freedom Forum (DYA)
Free Media Movement (Sri Lanka)
Freedom of Expression Institute (Afkîraya Başûr)
Fundamedios - Andean Foundation for Media Observation and Study (Ekvator)
Independent Journalism Center (Moldova)
Düşünce Suçu(!?)na Karşı Girişim (Tirkiye)
International Press Centre/IPC (Nijerya)
Mediacentar Sarajevo (Bosnia & Herzegovina)
Media Foundation for West Africa/MFWA (Gana)
Media Rights Agenda/MRA (Nijerya)
Media Watch (Avusturalya)
PEN America (DYA)
PEN Denmark (Danimarka)
PEN International (Ingiltere)
PEN Norway (Norveç)
Syrian Center for Media and Freedom of Expression/SCM (Fransa)
South East Europe Media Organisation (Hırvatistan)
Vigilance for Democracy and the Civic State (Tunus)
Dr. Baskın Oran, Professor Emeritus of International Relations, Ankara University.
Çi bûbû?
Bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê” kiriye doz Fîkret Başkaya, nivîskar, avakar û Serokê Weqfa Forûma Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn hatiye vekirin. Ozgur Unîversîte jî bi ser vê Weqfê ve girêdayî ye.
Doz ji ber nivîsa bi navê “Terora rastî terora dewletê ye” hatiye vekirin. Nivîs, 7ê Çiriya Paşiyê (Mijdar, Sermawez) ya 2016ê li ser malpera ozguruniversite.org-ê ve hatibû weşandin.
Fîkret Başkaya
Di sala 1940ê de li Denîzliyê hatiye dinê.
Dema ew li Zanîngeha Abant Îzzetî akademîsyen bû, wî kitêbeka bi navê “Îflasa Paradîgmayan” nivîsî. Ji ber wê kitêba wî bi “qanûna têkoşîna li dijî terorê” dadgehekê 20 meh cezayê girtinê da wî. Ew li Girtîgeha Haymanayê ma.
Başkaya li Zanîngeha Azad dersê dide. Ew herweha yek ji avakerên wê zanîgehê ye. (AO/FD)