Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan bi ser mala Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez û Hevşareda Stewrê Gulistan Oncu û Hevşaredara Pirsûsê ya HDPyî de girtiye û ew desteser kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, bi sedema ku derbarê wan de lêpirsîn heye, her sê hevşaredar hatine desteserkirin.
Di heman demê de polîsan avahiyên her sê şaredariyan dorpêç kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Di vê navberê de Muslîme Ozbahçeçî, Hediye Guneş, Bûrhan Temel û Feyzullah Erol, xebatkarên Şaredariya Dêrikê jî hatine desteserkirin. (HA/FD)