Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nûçegihana JinNewsê Kîbrîye Evrena ku 20 sal cezayê girtîgehê jê re dihat xwestin piştî dadgehkirina heyştemîn hatiye berdan.
Bergirîya Kontrola Dadwerî û qedexeya derketina derveyî welat dane Evrenê.
Kîbrîye Evren di çarçoveya lêpirsîna ku bi fermana Serdozgerîya Komarê ya Amedê hatiye destpêkirin 9ê çiriya pêşiyê ya 2018ê tevlî 142 rojnameger û sîyasetmedaran hatibû girtin, îro piştî dadgehkirina heyştemîn hatiye berdan.
Evren, li 5. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi delîlên wekî çalakîyên wê yên karê xwe û parvekirinên medyaya civakî bi hinceta “endamtîya rêxistinê” û propagandayê” dihat darizandin.
Dadgeha ku biryara xwe ya sereke daye dema girtîmayîna Evrenê jî bibîr xistiye û ji ber vê yekê bi bergirîya kontrola dadwerîyê û qedexeya derketina derveyî welat biryara berdana wê daye.
Dadgehkirina wê ya pêşerojê di 10ê Adara 2020ê da ye.
(HA/GN/MB)
*Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye.