Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevşaredarên navçeyên Wanê yên Îpekyolûyê Azîm Yacan û Şehzade Kurtê ku 8ê Çiriya Paşiyê bi hinceta “endamtîya rêxistina terorê” û “propagandaya rêxistina terorê” hatibûn desteserkirin hatine girtin.
Kûrt û Yacan,bi hinceta “endamtîya rêxistina terorê” û “propagandaya rêxistina terorê” hatibûn desteserkirin.
Rojek piştî desteserkirina Şehsade Kûrt û Azîm Yacanî qeyûm danîbûn ser Şaredarîya Îpekyolûyê.
Piştî ku Yacan û Kûrt hatin girtin ber bi Girtîgeha Wanê ya Tîpa Tyê ve hatin birêvekirin.
Bi rêjeya ji sedî 54,4ê hatibûn hilbijartin
Di hilbijartinên 31ê Adarê da Şehsade Kûrt û Azîm Yacanî li Îpekyolûya Wanê bi rêjeya ji sedî 54,4ê hatibûn hilbijartin.31 Mart yerel seçimlerinde Van’ın İpekyolu ilçesinde Şehsade Kurt ve Azim Yacan oyların yüzde 54,4’ünü almıştı.
Reqîbê wan ê herî nêz Mûhsîn Aydinê AKPyî jî ji sedî 40,6 standibû.
Ji bo 22 şaredarîyan qeyûm hatine wezîfedarkirin
Piştî hilbijartinên 31ê Adarê bi hinceta ku bi KHKyan ji kar hatine derxistin ji dêvla şaredarên hilbijartî reqîbên ên rêza duyem ku AKPyî ne mazbatayan standibûn, tevlî wan jî heta niha qeyûm danîne ser 22 şaredarîyan. Di nav wan de Bajarên Mezin ên Amedê, Wanê û Mêrdînê jî hene.
Hevşaredarên 11 şaredarîyên qeyûm danîne serê hatine girtin.
* Wêne: Ajansa Mezopotamyayê
**Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye