Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan li Wanê bi ser malan de girtiye û Azîm Yacan û Şehzade Kûrt, Hevşaredarên navçeya Rêya Ermûşê desteser kirine.
Polîsan Hevşaredar birine Midûriyeta Emniyetê ya Wanê û hatiye diyarkirin ku Hevşaredar bi “endamtî û propagandaya PKK/KCKyê” hatine tohmetkirin.
Piştî ku Hevşaredar hatine desteserkirin, polîs çûne avahiya şaredariyê û nehiştine ti kes bikevin nava avahiyê. Her weha polîsan li Şaredariya Rêya Ermûşê lêgerîn kiriye.
Hevşaredarên HDPyî, di hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê de ji sedî 54,47 deng bi dest xistibûn û bi ser ketibûn.
Hevberdekvê HDKyê jî hatiye desteserkirin
Li hêla din polîsan destê sibehê girtine ser mala Sedat Şenoglû, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK).
Hatiye diyarkirin ku ji ber lêpirsînnameyekê derbarê Şenoglûyî de biryara desteserkirinê heye. Polîs li mala wî geriyane û ew desteser kiriye.
HDKyê piştî desteserkirina Şenoglûyî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandiye û wiha gotiye: “Çerxa zordariyê her digere. Hevberdevkê me, Sedat Şenoglû hatiye desteserkirin. Em ew kes in ku ne tenê têkoşîna îro lê ya dahatûyê jî dimeşînin. Wê çavê me neşikê, em ê kêm nebin û tune nebin.”
Şaredarên qeyûm hatine erkdarkirin
* Wezîrê Karên Navxweyî di 19ê tebaxê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Adnan Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ûŞaredara Bajarê Mezin ê Wanê Bedîa Ozgokçe Ertanê ji kar dûr xistiye.
Walîyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê, Walîyê Mêrdînê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Merdînê, Walîyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez jî ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê wekî cîgirê şaredar hatine erkdarkirin.
* Di 17ê Îlonê de di çarçoveya lêpirsîna teqîna li Qulpa navçeya Amedê qewimîbû û heft kesan jiyana xwe ji dest da de, hevşaredarên Qulpê Mehmet Fatih Taş û Fatma Ay tevlî pênc kesên din jî hatin girtin.
Di cihê Hevşaredarê Qulpê Mehmet Fatîh Taşî de Qeymeqamê Qylpê Mûstafa Gozlet wekî qeyûm hatiye erkdarkirin.Walîtîyê daxuyandiye ku derbarê Taşî de 5 lêpirsînên cuda û peyketinek hatine vekirin.
* Piştî ku li Hevşaredarê Qereyazîya Erzîromê di encama doza bi hinceta “endamtîya rêxistina terorê” de di 18ê Îlonê de 7 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê hat birîn di cihê wî de qeymeqamê navçeyê Mesût Tabakçioglû wekî qeyûm hat erkdarkirin.
* Herwiha di 18ê Îlonê de ji bo Şaredarîya Colemêrgê, ji bo Şaredarîya Navçeya Geverê û Şaredarîya Nisêbînê ya navçeya Mêrdînê ye qeyûm hatine erkdarkirin. Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman, Hevşaredara Geverê Remzîye Yaşar û Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz hatine giritin.
Di cihê Cîhan Karamanî de Walîyê Colemêrgê Îdrîs Akbiyik, di cihê Semîre Nergîzê de Qeymeqamê Nisêbînê Mehmet Balikçilar, di cihê Remzîye Yaşarê de jî Qeymeqamê Geverê Osman Dogramacî wekî qeyûm hatine erkdarkirin.
* Di 22yê Îlonê de jî piştî lêpirsîn derbarê wê de hatiye vekirin di cihê Hevşaredara Erdîşa Wanê Yildiz Çetînê de, li Amedê jî di cihê hevşaredarên Kayapinar, Bismil û Kocakoyê de qeyûm hatine erkdarkirin.
* Di 2yê Çiriya Paşiyê de, di cihê Hevşaradara Seraya Wanê Cazîye Dûmana ku desteserkirîbû de, ji aliyê Wezareta Navxweyî ve Qeymeqamê Mehmet Halîs Aydin wekî qeyûm hatiye erkdarkirin.
* Di 4ê Çiriya Paşiyê de li cihê Nilufek Elîk Yilmazê, Hevşaredara Qosera Mêrdînê, Qeymeqamê Navçeyê Huseyîn Çamî wekî qeyûm hatiye erkdarkirin.
(TP/FD)
Fotograf: AA/Arşîv