Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Cendermeyan li bajarê Îskeçeya Yewnanîstanê di pişta tirekê de 41 penaber dîtine.
Hatiye diyarkirin ku sîstema cemidandina tirê nedixebitî. Beşek ji penaberên ku hatiye îdiakirin Efxan in nekarîbune bêhna xwe bi hêsanî bidin û bistînin û heft ji wan jî birine nexweşxaneyê.
"Kamyon ji Tirkiyeyê dihat"
Li gorî nûçeya rojnameya Guardianê ku li Îngîltereyê weşanê dike, Berdevkê Polîsan Theodoros Hronopulosî gotiye, kamyon li ser rê hatiye sekinandin. Ajokarê 40 salî ku hemwelatîyê Gurcîstanê ye jî hatiye desteserkirin.
Berdevkê polîsan gotiye, "Lêpirsîna li ser bûyerê hîn jî didome lê em bawer dikin ku kamyon ji Tirkiyeyê dihat. Kamyon diçû Selanîkê. Lê em nizanin bê ka penaberan dixwest biçin kîjan welatî.”
Ji dêvla giravan riya bejayê
Hronopulosî gotiye ji ber ku logo an jî nivîsek li ser kamyonê tunebû bal kişandiye ser xwe û penaber jî êdî ji dêvla giravan di riya bejayî de xwe digihînin Ewropayê.
Li Essexê 39 penaber miribûn
Meha borî li hêrêma Essexa Îngîltereyê di pişta tirekê de ji ber ku sîstema cemidandina tirê vekirîbû 39 penaber miribûn. (PT/GN/FD)
*Çavkanî: BBC Tirkî
Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye