Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Birêvebira berê ya DTPyê (Partiya Demokratîk a Gelî), Hatice Çobanê ji ber axiftineka xwe ji dadgehên Tirkiyeyê ceza standibû. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar daye ku mafê Çobanê ohatiye binpêkirin û cezayê pereyî daye Tirkiyeyê.
Li gor biryara dadgehê Tirkiye dê 2 hezar û 500 Euroyan wek ceza bide Hatice Çobanê.
Li gor Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dadgehên herêmî yên Tirkiyeyê şertên adilane yên dadkirinê ji bo çobanê pêk neanîne.
Herweha Tirkiyeyê delîlên têrê bike ku doz li Çobanê bê vekirin nekariye bide dadgeha navneteweyî.
Çi bûbû?
Hatice Çobanê 2yê Îlona 2006ê ji ber Roja Aştiyê ya Cîhanê li mîtîngekê axiviye. Dadgeha Agirîyê bi sûcê “propagandaya ji bo terorê ew ceza kiriye.”
Lê belê wê di axiftina xwe de daxwaa ji bo hevdîtinên ji bo aştiyê kiriye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê axiftina Çobanê di çarçoveya “azadîya xweîfadekirinê” de dîtiye û biryar daye Tirkiyeyê ev mafê wê binpê kiriye.
(AS/MB)