Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokdewletê Şîlîyê gotiye “Bi salan e pirsgirêk zêde bûne û em jî tê de haya ti hikûmetan ji mezinbûna vê rewşê nîn bû. Lêborîna xwe dixwazim”
Piştî zêdekirina derbarê heqê veguhezînê de li Şîlîyê protestoyên girseyî dest pê kiribûn. Serokdewletê Şîlîyê Sebastian Pinera daxuyandiye ku dê planeke alîkarîya ekonomîk eşkere bikin.
Serokdewletê Şîlîyê Pînera li Qesra La Moneda ya Serokdewletîyê bi çapemenîyê re civînekê li dar xistiye, daxwaza bi dawîkirina çalakîyan kiriye û wiha gotiye “Me bi awayekî zelal û eşkere peyama ku gelê Şîlîyê xwestiye derbarê daxwaz û pêdivîyên gelî de bide me wergirtiye. Rast e ku bi salan e pirsgirêk her ku çûne zêde bûne û em jî tê de ti hikûmetî nekarîye çareser bike. Di vê mijarê de em li xwe mikûr tên ku em ne pêşbînî bûne û em lêborîna xwe dixwazin.”
Pînera pakêta alîkarîya aborîyê ya bi navê “Rojeva Civakî” ya ku ji 10 xalan pêk tê û li gel partîyên muxalîf û îktîdarê hatîye diyarkirin eşkere kiriye.
Çi bûbû?
Li Santiagoyê ji bo metroya ku di warê veguhanîyê de gelek girîng e ji bo hin saetan biryara ji sedî 4 zêdekirina heqê rê hatibû dayîn û ji ber vê yekê; protestoyên ku di destpêka hefteyê de bi ‘xwehilavêtina di ser tûrnîkeyan de’ dest pê kiribûn, piştî hêzên ewlekarîyê bi awayekî tund kesên xwe di ser tûrnîkeyan de hil avêtibûn û heq nedabûn derxistibûn protesto veguhezîbûn xwepêşandanan.
Li gelek herêman qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û di hatîye eşkere kirin ku heta niha di protestoyan de 15 kes mirine, 84 kes birîndar bûne û ji 2 hezarî zêdetir kes hatine girtin.
(HA/GN/MB)
*Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye.