Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan duh bi şev (22yê Çiriya Pêşiyê, roja sêşemê) bi ser mala Eren Keskîn, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) de girtiye. Lê Eren Keskîn ne li malê bûye. Polîsan ji dêya Eren Keskînê pirsî ne ku Keskîn bê ka li ku ye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Keskînê gotiye, ew bi polîsan re axiviye û ev zanyarî dane: “Ji min re gotin divê tu biçî Beşa Dijterorê. Min jî ji wan re got ez ê werim. Ez jî nizanim ji bo çi bang li min kirine.”
Keskîn tevlî parêzera xwe Zeynep Ceren Toprakê çûye Edliyeya Anadolûyê û li vir îfade daye. Keskîn bi wî tiştî hatiye tohmetkirin ku li ser medyaya civakî “propagandaya rêxistinê” kiriye. Toprakê got ku Keskîn nehatiye desteserkirin.
Çavlirêye ku Keskîn derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyekê biweşîne.
Derbarê Eren Keskînê de
Parêzer e. Nivîskara Ozgur Gundemê ye. Demekê bûbû Herberpirsa Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê.
Ew demek bû Alîkara Serokê Giştî ya Komaleya Mafê Mirovan (KMM) û piştre jî bûbû seroka şaxa Stenbolê.
Wê weke mafparêzekê hêjayî gelek xelatan hatiye dîtin: Xelata Aştiyê ya Aachenê (2004), Xelata Diristî û Wêrektiya Polîtîkayê ya Theodor Haeckerê (2005). (EMK/FD)