Haberın Kürtçesi için tıklayın
Danişîna 14an a Doza Çapemenîyê ya KCKê ku li 46 rojnamegeran hatîye vekirin îro li Stenbolê pêk hat. Ji xeynî çend parêzeran kes neçûne danişînê.
Ev doza 7 sal in berdewam dike. Peywirdarên dewletê yên ku ji ber têkiliya wan a bi FETOyê re girtî ne ev doz vekirîbû.
“Ji ber polîsê FETOyî tê darizandin”
Parêzera Çagdaş Ûlûsî Mehtap Acarê jî wiha gotiye:
“Polîsê bi navê Yûnûs Dolar ê ku niha ji ber tewanbarîya FETOyê tê darizandin ji bo ji Yasaya Poşmanîya Çalak sûdê wergire daxwaz kiriye, di daxuyaniyên xwe de eşkere kiriye bê ka çawa bi fetl û xapan Çagdaş Ûlûs hatîye girtin.
Me berîya niha jî anîbû zimên ku Ûlûs di doza darizandina polîsan de gazinker e. Belgeyên derbarê vê dosyeyê de ji xwe li gel we jî hene. Ev 7 sal in ev doz berdewam dike.
Eşkere ye ku Çagdaş Ûlûs bêsûc e. Ji ber vê yekê em daxwaza cudakirina doza Çagdaş Ûlûsî dikin, em daxwaza nivîskî û danîşanên derbarê vê rewşê de pêşkêşî we dikin.”
Daxwaza cudakirina dozê nehatiye pejirandin
Dadgehê daxwaza doza Çagdaş Ûlûsî nepejirandiye û dozê taloqî 25ê sibata 2020an kiriye.
(EMK/GN/MB)
*Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye.