Li Mêrdîn û Colemêrgê du leşker mirine
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê û li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê du leşker mirine.
![Li Mêrdîn û Colemêrgê du leşker mirine](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/214/731/original/lesker.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, leşker derketine operasyonê û di dema operasyonê de pevçûn di navbera PKKiyan û leşkeran de derketiye. Di encamê de leşkerek miriye.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jî pevçûn derketiye û leşkerek miriye.
Wezareta Berevaniya Netewî daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku leşkerek di dema pevçûnê de bi giranî birîndar bûye û ew bi lez û bez rakirine nexweşxaneyê. Digel hemû midaxeleyan ev leşker miriye. (EMK/FD)
nûçeyên pêwendîdar
nûçeyên pêwendîdar