Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
33. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji bo Necla Demira rojnameger biryara beraetê daye.
Demir xwediya Gazete Karincayê bû. Wê di dema operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li Efrînê kirî hin nûçe li ser operasyonê çêkiribûn.
Ji ber nûçeyên wê ew bi sûcê propagandaya ji bo terorê dihat dadkirin.
Dozgerî xwestibû ji şeş sûcan ceza ji bo Demirê bê dayin. Îro dîwanan dadkirinê bi piranîya dengan biryara tehlîyekirinê ji bo Demirê daye.
(TP/MB)