Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê Rûmetê yê Konfederasyona Yekitiyên Elewiyan yên Ewropayê (KYEE) Tûrgût Oker, di saetên serê sibê de dema ku hatiye Tirkiyeyê li Balafirgeha Sabîha Gokçenê hatiye desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Oker, bi îdîaya ku “Propagandeya rêxistinê kiriye” lêpirsîn darbarê wî de hatiye vekirin û ji bo îfadeya wî werbigirin ew birina Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Serokê KYEEyê: Bila demildest serbest bimîne
Huseyin Mat, Serokê Giştî yê KYEEyê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku “Bila Serokê me yê Rûmetê yê KYEEyê demildest serbest bimîne.”
Okerê siyasetmedar di serdema 25em de Parlamenterê HDPyê yê Stenbolê bû. (PT/FD)