Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan li Izmîrê 11 kesên ku li ser medyaya civakî li dijî “Operasyona Kaniya Aştiyê” nivîsîn desteser kirine.
Polîsan li ser 18 malên li navçeyên Aliağa, Dikili û Menemen de girtine. Li gor nûçeya AAyê welatîyên hatîn desteserkirin bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” hatine desteserkirin. Herweha ji bo hin welatîyan biryara desteserkirinê hatiye dayin û polîs li wan digerin.
78 kesan ji ber parvekirinên li ser operasyonê îfade daye
Midûrîya Giştî ya Emniyetê ragihandiye ku ji ber parvekirinên li medyaya civakî yên li ser operasyona Tirkiyeyê pêvajoya hiqûqî hatiye dest pê kirin.
Bikarhênerên medyaya civakî bi “propagandaya ji bo terorê têne sûcdarkirin.” Herweha li gor emniyetê wan kesan “bi propagandaya reşkirinê, xelk ji bo kîn û nefretê tehrîk-kirine.”
Operasyona Tirkiyeyê ya li Rojavayê
Tirkiyeyê navê “Kanîya Aştîyê” li operasyonê kiriye û 9ê Çiriya Pêşiyê (Meha 10.) Saet di le dordora 16.00ê operasyona Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiriye. Li gorî zanyariyan balafirên şer ên Tirkiyeyê li Serêkaniyê gundê Mişrefayê bombebaran kiriye û artêşa tirkan bi topên obûsan Girê Sipi bombebaran kiriye. Her weha Eyn îsa û Qamişlo jî bi guleyên obusan tên bombebarankirin.
Wezareta Berevaniyê diyar kiriye ku hêzên wan di bejahiyê de ketine nav xaka Rojava de.
HSDyê jî daxuyanî dabû
HSDyê di daxuyaniyekê de gotiye, "Balafirên tirkan li Girê Sipî, Serêkaniyê, Eyn Îsa û Qamişloyê gundên sivîl bombebaran kiriye û li gorî zanyariyên pêşiyê hin sivîlan ziyan dîtine."
Recep Tayyip Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye ku operasyona bi navê “Kaniya Aştiyê” daye dest pê kirin.
Erdoganî wiha gotiye:
"Artêşa Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê dijî PKK/YPG û DEAŞa rêxistinên terorê dest bi Herekata Kaniya Aştiyê kir."
"Armanca me ew e li sînorên me yên başûr korîdora terorê ya tê avakirin xera bikin û hizûr û aştiyê li herêmê pêk bînin."
"Bi Herekata Kaniya Aştiyê em ê gefên terorê yên li dijî welatê xwe berteref bikin."
Berdevkê HSDyê: Cihên ku sivîl lê hene têm bombebaran
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mûstafa Baliyi li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotiye: “Balafirên şer ûn tirkan li cihên ku sivîl lê hene dest bi operasyona hewayî kiriye.”
Erdoganî zanyarî daye Serokên CHP, MHP û İYİ Partiyê
Serokomar Erdoganî bi rêya telefonê li Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli, Seroka Giştî ya İYİ Partiyê Meral Akşener û Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglûyî geriyaye û derbarê operasyonê de ew agahdar kiriye.
Ji bo agahdarkirinê bang li Serkonsolosê DYAyê kirine
Wezareta Karûbarên Derve ji bo agahdariya derbarê operasoynê de bide, bang li Serkonsolosê DYAyê kiriye.
Her weha Wezaretê daxuyaniyek daye û gotiye ku ji bo agahdarkirinê bang li endamên Konseya Ewlehiyê yên Neteweyên Yekgirtî (NY) kirine.
YE: Divê operasyon bê sekinandin
Jean Claude Junker, Serokê Komisyona Ewropayê piştî ku operasyon li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiriye daxuyaniyek daye. Junkerî gotiye bila operasyon bê sekinandin û ew ê pereyan ji bo “Herêma Ewhe” nedin.
Piştî operasyon dest pê kiriye li Akçakaleyê, navçeya Rihayê biryara betlaneyê ji bo dibistanan hatiye standin.
Riha weke "Herêma Taybet a Ewlehiyê" hatiye diyarkirin
Walîtiya Rihayê aşkere kiriye ku herêmên li ser sînor weke "Herêma Taybet a Ewlehiyê" hatiye diyarkirin.
Roket li Serêkaniyê û Nisêbînê ketiye
Li gorî zanyariyan guleya roketê li Nisêbîn, navçeya Mêrdînê û Serêkaniyê, navçeya Rihayê ketiye.
(TP/MB)