Rojnameger Demîr û Dîler bi şertê kontrola edlî serbest bûye
Berpirsê weşana rojnameya Birgunê Hakan Demîr û Midûrê Karên Nivîsan ê malpera nûçeyan ê Dikenê Fatih Gokhan Diler bi şertê kontrola edlî serbest bûye.
![Rojnameger Demîr û Dîler bi şertê kontrola edlî serbest bûye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/214/278/original/demir.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berpirsê weşana rojnameya Birgunê Hakan Demîr û Midûrê Karên Nivîsan ê malpera nûçeyan ê Dikenê Fatih Gokhan Diler bi şertê kontrola edlî serbest bûye.
Polîs vê nîvroyê çûne ofîsa malpera nûçeyan a bi navê diken.com û berpirsê weşanê Fatih Gökhan Diler desteser kiriye.
Diler pêşiyê ji bo navenda polîsan ya taxa Vatanê ya Stenbolê hatiye birin paşê ji bo serdozgerîyê hatiye sevqkirin.
Dikenê ragihandiye ku polîsan û dozgerîyê eşkere nekiriye ka ji ber çi berpirsê weşanê hatiye desteserkirin.
Berpirsê weşana li ser înternetê ya rojnameya BirGunê, Hakan Demir jîş vê sibeyê siet 04.00ê sibeyê hatibû desteserkirin.
(AS/MB)