Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, ji ber daxuyaniya wan a derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lêpirsînname ji bo Pervin Buldan û Sezai Temelli, Hevserokên Giştî yên HDPyê û parlamenter Gulîstan Kiliç Koçyigit, Leyla Guven û Berdan Ozturkî amade kiriye.
Serdozgeriya Komarî vê sibehê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û wiha gotiye.
“Ji ber daxuyaniya wan a nivîskî ya derbarê operasyonê de bi tohmeta “kirina propagandaya rêxistina terorê” û “bi rengekî aşkere biçûkxistina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê” lêpirsînname li Sezai Temelli û Pervin Buldan, Hevserokên Giştî yên HDPyê û parlamenterên serdema 27em, ji ber 9ê Çiriya Pêşiyê, daxuyaniya wan a hevbeş a nivîskî ya di dema civîna çapemeniyê de, bi tohmeta “kirina propagandaya rêxistina terorê”, “pesndayîna sûc û sucdaran” û “bi rengekî aşkere biçûkxistina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê” lêpirsînname ji bo Leyla Guven, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Pervîn Buldan, Sezaî Temellî û Berdan Ozturk, parlamenterên serdema 27an hatiye amadekirin.”
Bûldan û Temelliyî duh bi daxuyaniyeke nivîskî gotibûn “Li dijî şerî em deng bidin Rojavayê” û operasyon şermezar kiribûn.
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê aşkere kiribû ku ji ber parvekirinên wan ên derbarê operasyona li ser Rojavayê lêpirsînname derbarê 78 kesan de hatiye amadekirin. (AS/FD)