Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Iraqê ji yekê mehê ve li dijî hikumetê xwenîşandan pêk tên. Di xwenîşandanan de 44 kes mirine û zêdetirî 200 kesan birîndar bûne.
Xwenîşandar gendelî û krîza aborî protesto dikin, hikûmet hewil dide xwenîşandanan bide sekinandin.
Welatîyan pêşîyê li Bexdaya paytext û paşê li Besrayê ji ber hejarî û bêkarîyê welatîyan dest bi xwenîşandanan kiribû.
Li meydana Tehrîrê welatî kom bûne û hewil dane ber bi herêma kesk ve biçin. Hêzên ewlehîyê rê li xwenîşanderan girtiye.
Heta niho ti partî û rêxistinan xwe li xwenîşandanan nekirine xwedî. Hikumetê malperên medyaya civakî yên Twitter, Facebook, Instagram û Whatsappê 2yê vê mehê asteng kiribûn.
Qedexeya derketina derve
Li gor Ajansa Anadoluyê li Iraqê ji xeynî Bexdayê ji ber xwepêşandanên li dijî hikûmetê ku roja sêşemê dest pê kiribûn li 3 bajarên din jî qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Rêvebiriya Iraqê ji ber xwepêşandanên li dijî hikûmetê piştî Bexdayê li bajarên Zikar (Nasiriye), Meysan (Amara) û Babilê (Hile) jî qedexeya derketina derva îlan kir.
Li bajarên wek Basra, Diwaniye, Kerbela, Wasit û Kerkûkê hê biryara qedexeya derketina derve nehatiye îlankirin.
Ber destê sibehê li Bexdayê bi telîmata Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji bona parastina pergala kamuyê û ewlehiya navxweyî qedexeya derketina derva hatibû îlankirin.
Ehmed Xelefê li Midûriyeta Polêsan ya Bexdayê wezîfedar e daxuyanî dabû nûçegihanê AAyê û destnîşan kiribû li tevahiya paytextê îro sibehê ji saet 05.00an pê va heta emrekî din wê qedexeya derketina derva dest pê bike.
Xelef diyar kiribû wesaîtên bizirx yên artêşê li Herêma Kesk hatine bicîkirin û ji bona dijî hewldanên xwepêşandêran amade ne.
Li Iraqê ji 1ê Cotmehê vir va xwepêşandanên dijî hikûmetê tên kirin û heta niha 12 kes hatine kuştin.
(PT/MB)
Wêne: AA