Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Destûrî ji bo Sirri Sureyya Onder, Parlamenterê kevin ê HDPyê biryar daye ku mafê wî yê azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin. Onder di Newroza 2013ê de li Kazliçeşmeyê axivî bû û bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” 3 sal û 6 meh cezayê girtinê lê hatibû birîn.
Eylem Kayaoglû, parêzera Onderî piştî biryarê got, wê Onder tahliye bibe.
Çi bûbû?
Ji ber axavtinên wî yên di dema Newroza 2013ê de doz li Sirri Sureyya Onder, parlamenterê berê yê Enqereyê û li Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) doz hatibû vekirin.
26em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di 7ê Îlona 2018ê de 4 sal û 8 meh cezayê girtinê li Demîrtaşî, 3 sal û 6 meh cezayê girtinê jî li Onderî birîbû.
2yem Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyên Herêmî ya Stenbolê ev biryar di 4ê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê de pesend kiribû. Onder di 6ê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê de hatibû girtin û ew şandibûn girtîgehê. (DB/FD)