Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Zêdetirî 3 hezar û 500 karkerên ku Şîrketa Madenê, Uyar û Soma Holdingê ew ji kar avêtine, ji bo mafên xwe yên teqawidiyê û tezmînatan, wê ji Somayê ber bi Enqereyê ve bimeşin.
Karker 5ê Çiriya Pêşiyê, roja şemiyê wê bi pêşekiya Sendîkaya Karkerên Madenan a Serbixwe saet di 12.00ê de ji ber Qada Cengîz Topelî ya Somayê bimeşin. Meşa wan wê 10 rojan berdewam bike.
Karkeran di daxuyaniya xwe de diyar kirine ku hin pêwistiyên wan kêm in û banga alîkariyê kirine. Pêwistiyên karkeran wiha ne:
Otobusek
3 wesayit (Doblo)
500 lître motorîn
Ji bo 60 kesî, xwarina 30 danî
1750 lître av
12 lembeya destan
Makîneya seyar a çayçêkirinê
Soma maden işçilerinin Ankara Yürüyüşüne iki gün kaldı.
— Bağımsız Maden İş (@bagimsizmadenis) October 2, 2019
Emek mücadelesinin dostlarının dayanışmasıyla ihtiyaçlarımızınbir kısmını çözdük.
Diğer kısmı için dayanışmayı çoğaltmak önemli, olduğu kadarıyla.
Her yerde direnen onurlu işçi kardeşlerimize selam olsun.
Kazanacağız! pic.twitter.com/qjVCVMk6XG
(AO/FD)
Fotograf: Twitter/Arşiv