Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Cemal Kajuxcî(Kaşikçi) ew rojnameger e ku li Balyosxaneya Erebistana Siûdiyê hatiye kuştin lê termê wî nehatiye dîtin.
bixwîne - Zarokên Kaşikçiyî: Em dixwazin termê bavê xwe veşêrin
Mîrzayê Erebiatana Siûdîyê Muhammed Bin Selmanî qebûl kiriye ku Kuştina Kajuxçîyî di bin berpirsiyarîya wî de bûye.
Bin Selman ji televizyoneka bi navê PBSyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re axiviye. Piştî wî gotî di bin berpirsiyarîya wî de bûye. Pêşkêşkarê bernameyê jê pirsiye gelo wî hay ji bûyerê hebû an na. Wî gotiye 20 milyon welatîyên Erebistana Siûdîyê hene, sê milyon ji wan xebatkarên dewletê ne çawa dikare haya wî ji her tiştî hebe.
Çi bûbû?
28ê Îlonê ji Kaşikçiyî re hatiye gotin ku “kaxizên te ne amade ne” û jê xwestine ku 2yê Çiriya Pêşiyê dîsa here Konsolxaneyê.
Ji 2yê Çiriya Pêşiyê saet 13.00ê, Cemal Kaşikçi de çûye Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê.
Dewleta Erebistana Siûdiyê eşkere kiribû ku Kaşikçi hatiye kuştin lê hê termê wî nehatiye dîtin.
Dozger hat
Dozgerê Erebistana Siûdiyê, Suud el Muceb 31ê Çiriya Pêşiyê ji bo li ser kuştina Cemal Kaşikçiyî lêkolînan bike hatiye Stenbolê, vê sibeyê çûye navenda Rêxistina Îstixbarata Neteweyî(MÎT).
Dozgerê navborî jî çûye Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê. Ew û serdozgerê Dadgeha Stenbolê Irfan Fidan civiyane.
NY: Bila cihê termê Kaşikçi bê dîyarkirin
Komîsera bilind ê mafên mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, Michelle Bacheletê bangî Erebistana Siûdiyê kiriye û diyar kiriye divê cihê termê kaşikçî lê ye bê eşkerekirin.
18 kes hatine girtin
Serdozgerê Siûdiyê, diyar kiriye ku tehqîqata derbarê dosyayê de berdewam dike û 18 welatiyên Erebistana Siûdiyê hatine girtin.
Li gorî daxuyaniya ku ajansê ragihandiye, “Mirnişînî ji ber rewşê gelekî xemgîn e”. Navê kesên ku hatine girtin nehatiye aşkerekirin.
(AS/MB)