Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Alk. Doç. Dr. Bulent Şik, endezyarê xidayê û nivîskarê bianetê wê sibê cara sêyem derkeve pêşberî dadgehê. Beriya danişîna sibehê, rêxistinên mafparêz, zanyarî û pîşesaziyê yên navnetewî daxuyaniya piştgiriyê weşandiye.
Tevna Çalakiya Pestisitê ya Ingilîstanê ku li dijî petistlerê ziyandar û ya dixwaze alternatîvên demandî ava bike (Pesticide Action Network UK) û Front Line Defenders a navenda wê li Ewropayê ye û ji bo parastina mafparêzên di bin xetereyê de ne kar dike, beriya danişîna di 26ê Îlonê de nameyek piştgiriyê weşandine û daxwaz kirine ku Bulent Şik bila demildist beraet bike.
Her weha Rêxistinan Efûyê ya Navnetewî jî daxuyaniyek daye. Milena Buyum, Rêvebera Kampanyaya Tirkiyeyê ya Payebilind gotiye ku Şikî mafê azadiya xwe ya îfadekirinê bi kar aniye.
Sêyem danişîna dadgehkirina Şikî 26ê Îlonê roja pênceşemê wê saet di 14.00ê de li 2yem Dadgeha Cezayên Esliyeyê ya Stenbolê, li Çaglayanê bi rê ve biçe. Şik bi tohmeta ku “dokumantên nepenê yên qedexe aşkere kiriye (TCK 258), “bidestxistina dokumanên nepen ên qedexekirî (TCK 334)” û “aşkerekirina razên derbarê wezîfeyê de (TCK 336)” tê dadgehkirin.
180 zanyaran nameyek şandiye
Di vê navberê Colleggium Ramazzini saziya ku ji 35 welatan 180 doktor û zanyar di bin banê wê de ne û armanc dike ku zanyariyên derbarê sedema derdor û pîşeyê ya nexweşiyan de belav bike û tenduristiya civakê biparêze, ji Serokomariyê û Wezareta Dadê re nameyek şandiye. Vê saziyê jî daxwaza beraeta Şikî kiriye.
Komîteya Zanyaran (Committee of Corcerned Scientists) a li DYAyê jî li ser malpera xwe bi berfirehî cih daye doza Bulent Şikî.
Akademisyenên Di Nava Xetereyê De Ne (Scholars at Risk) jî di rapora xwe ya bi navê Di Ramanê De Azad e (Free to Think) ya di çarçoveya Projeya Şopandina Azadiyên Akademîk de tê weşandin doza Bulent Şikî nivîsandiye. (TP/FD)