Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Bilind nirxandina îtiraza li biryarên di doza esasî ya KCKyê de hatibû dayîn, bi dawî kiriye. Dadgeha herêmî derbarê 154 kesan de biryar dabû, Dadgeha Îstinafê biryar erê kiribû, lê li hemberî vê biryarê serî li Dadgeha Bilind hatibû dayîn.
Dadgeha Bilind 9 sal cezayê girtinê yê li Pero Dundar û Mûsa Farîsogûllari, 6 sal û 3 meh cezayê girtinê yê Leyla Guvenê, Parlamenterên HDPyê, sal û 3 meh cezayê girtinê yê li Ahmet Turk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê qayûm li şûna wî hatibû tayînkirin erê kiriye.
Dadgehê cezayê li 118 kesan hatiye birîn erê kiriye û biryara cezakirina 36 kesan jî xera kiriye.
2yem Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ceza li 111 kesan birî bû, 4em Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyên Herêmî ya Dîlokê, cezayê 89 kesan erê kiribû.
Biryarên xerakirinê
Dadgeha Bilind cezayê Ahmet Birsin, Mehmet Taş, Çimen Işık, Zöhre Bozacı, Turan Genç, Herdem Kızılkaya, Mehmet Akın, Mehmet Nimet Sevim, Lütfi Dağ, Kemal Aktaş xera kiriye ku bi îdiaya “rêveberiya rêxistinê kiriye” 21 sal ceza li her yekî/ê ji wan hatibû birîn. Dîsa Necdet Atalay, Mazlum Tekdağ, Mikail Karakuş, Olcay Kanlıbaş, Ali Şimşek, Ümit Aydın, Ahmet Makas, Şinasi Tur, Abdullah Demirbaş, Tuncay Korkmaz, Ercan Sezgin û Tayîp Temel, Parlamenterê HDPyê yê Wanê jî xera kiriye ku bi heman îdiayê 18 sal cezayê girtinê li her yekî/ê ji wan birî bû.
Dîsa biryara 6 sal û 9 meh cezayê girtinê yê li Veysi Akar û Turki Gultekînî û 6 sal û 3 meh cezayê girtinê yê li Ahmet Erkat, Mesut Çetin û Onal İsmail Onerî hatiye birîn jî xera kiriye ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li wan hatiye birîn.
Beşek ji 18 sal cezayê girtinê yê Tamer Tanrikoluyî hatiye erêkirin, beşek jê hatiye xerakirin ku bi îdiaya “rêveberiya rêxistinê” lê hatiye birîn.
Biryarên beraetê yên ji bo Heval Erdemli, Zeynel Mat, Sabahattin Dinç, Abdullah Bozkoyun, Mehmet Salih Yildiz, Alaattin Aktaş, Fethi Suvari û Ali Oruçî jî hatiye xerakirin û hatiye xwestin ku dîsa werin dadgehkirin.
Biryarên erêkirinê
Biryara xerakirina 6 sal û 3 meh cezayê girtinê li Ferhat Turkî hatiye birîn, hatiye erêkirin ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lê hatibû birîn lê Dadgeha Îstînafê bi sedema ku delîl têrî cezakirinê nakin, xera kiribû.
Dadgeha Bilind, 21 sal cezayê girtinê yê li Hevserokê Giştî yê Berê yê Partiya Demokratîk û Aştiyê (BDP) Kamuran Yuksek, Ramazan Morkoç, Huseyin Yilmaz, Salih Akdogan, Senanik Oner û Bayram Altunî, 18 sal cezayê li Seda Akbaş Canê hatiye birîn, erê kiriye.
Dadgehê dîsa ew biryar erê kiriye ku hatibû gotin, Ercan Akyol bi îdiaya “rêveberiya rêxistinê kiriye” li 5em Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê tê dadgehkirin, divê cezayê lê hatiye birîn xera bûye û divê ew û dosyeya li Edeneyê bibin yek.
Cezayê li Hatîp Dîcleyî hatiye birîn hatiye erêkirin
Dadgeha Bilind 9 sal cezayê girtinê ya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Hasan Hüseyin Ebem, Abbas Çelik, Zülküf Karatekin, Nadir Bingöl, Ahmet Erdem, Cibrahil Kurt, Yurdusev Özsökmenler, Mehmet Hatip Dicle, Nihayet Taşdemir, Pınar Işık, Elif Kaya, Yüksel Baran, Pelgüzar Kaygısız, Pero Dündar, Sara Aktaş, Zahide Besi, Musa Farisoğulları, Adil Erkek, Mahmut Okkan û Burhan Karakoçî hatiye birîn, erê kiriye.
Dîsa 6 sal û 3 meh cezayê girtinê yê bi heman îdiayê li Demir Çelik, Mehmet Tari, Hasan Fırat Üner, Hasan İraz, Celal Yoldaş, Fırat Anlı, Selim Sadak, Hüseyin Kalkan, Songül Erol Abdil, Ethem Şahin, Emrullah Cin, Fikret Kaya, Aydın Budak, Leyla Güven, Gülcan Şimşek, Nuran Atlı Söyler, Abdullah Akengin, Şeyhmus Bayhan, Ahmet Zirek, Engin Kotay, Kerem Duruk, Esma Güler, Özlem Yasak, Rojda Balkaş Akyüz, Ramazan Ödemiş, Ramazan Debe, Muharrem Erbey, Tuncay Ok, Ahmet İlan û Mustafa Doğruyî hatiye birîn jî erê kiriye.
Cezayê Zumrut û Turkî jî hatiye erêkirin
Dadgeha Bilind di biryara xwe de 6 sal û 9 meh cezayê girtinê yê li Mustafa Ocaklik, Abdurrahim Tanriverdi, Osman Ocaklik, Nazim Çaglarî, 5 sal û 2 meh cezayê girtinê yê li Zubeyre Zumrutê, 5 sal 7 meh û 15 roj cezayê girtinê yê li Murat Tugrulî, 4 sal û 8 meh û 7 roj cezayê girtinê yê li Mehmet Guzel û Mehmet Aksungerî, sal û 3 meh cezayê girtinê li Ahmet Turk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê hatiye birîn jî erê kiriye.
Beşek ji biryarên beraetê jî hatine erêkirin
Dadgehê her weha biryara beraetê ya ji bo Ebru Günay, Kutbettin Kurt, Hüseyin Bayrak, Haci Erdemir, İhsan Uğur, Selahattin Elçi, Bahri Çeken, Yaşar Çelik, Hasat İnatçi, Rahmi Özmen, Siracettin Irmak, Servet Özen, Kazım Kurt, Galip Kandemir, Yaşar Sarı, Arslan Özdemir, Roza Erdede, Zeynep Boğa, Hacire Özdemir, Bedriye Aydın, Takibe Turgay, Nizamettin Onar, Beyhan Sakin, Veysel Yıldırım, Hanifi Yönten, Adnan Bayram, İhsan Sevitek, Seyithan Şen, Mehmet Deviren, Mehmet Nesih Çağlar, Seyithan Haran, Mahmut Polat, Hüsamettin Çiçek, Mehmet Nesip Gültekin, Aygül Arat, Resul Erkaplan, Abdulserdest Tan, Abdullah Aflatun, Abdurrahim Dağ, Abdulhalık Katar, Abdulgaffur Şen, Ekrem Elbat, Gülistan Dehşet, Semih Sencer, Ali Genç, Necla Kormaz, Ahmet Cengiz, Atilla Koca û Mesut Aydınî hatiye dayîn jî erê kiriye. (TP/FD)