Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Weqfa Tahir Elçiyî daxuyaniyek weşandiye û gotiye, îfadeya Mehtap Altûg, xebatkara Tiba Edlî di lêpirsîna kuştina Tahir Elçiyî de dibe bibe sedema derketina rastiya madî. Altûgê di çarçoveya lêpirsînê de îfade daye Serdozgeriya Komarî ya Amedê.
Li gorî daxuyaniya ji Weqfê hatiye dayîn, Altûgê gotiye, di delîleke derbarê kuştina Tahir Elçiyî de tespîta DNAyê hatiye kirin û wan ev rewş li sîstema Projeya Darazê ya Netewî (UYAP) bar kiriye. Altûgê her weha diyar kiriye ku bi fermana rêveberên saziyê ev mînaka DNAyê ji dosyayê hatiye derxistin.
“Ji bo rastî derkevin holê wê bibe alîkar”
Di daxuyaniya Weqfê de wiha hatiye gotin:
“Ji ber van sedeman, wan giliyê xebatkar û rêveberên Saziya Tiba Edlî li bal Serdozgeriya Komarî ya Bakirkoyê kiriye û hatiye îdakirin ku van kesan li gorî Xala 281ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan a ku derbarê “tunekirin, veşartin an jî guhertina delîlan” de ye, li gorî Xala 257ê ya heman qanûnê ku derbarê “wezîfeya xwe ji bo tiştên nebaş bi kar bîne” de ye û Xala 278ê ya heman qanûnê ku derbarê “veşartina sûcan” de sûc kirine, her weha serî li Wesareta Dadê hatiye dayîn ku lêpirsîna îdarî derheqê wan de bê vekirin.” (DB/FD)