Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Îro li 26em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê danişîna sêyem a ji Zanîngeha Mêrsînê Alîkara Doç. Dr. Eylem Çamûroglû Çigê bi rê ve çûye. Ji ber ku Çamûroglû Çig li derveyî Tirkiyeyê bûye bi rêya îstînabeyê wê îfadeya wê bihata standin.
Lê dozgerî diyar kiriye ku “dosyayê dubare kiriye” û xwestiye ku ev kar bê sekinandin. Dozgerî nêrîna xwe ya dawî aniye ziman û bal kişandiye ser biryara Dadgeha Destûrî ku gotiye “mafê akademîsyenan hatiye binpêkirin”. Dozgerî gotiye ku bila berguman beraet bike.
Heyeta dadgehê jî balkişandiye ser heman biryara Dadgeha Destûrî û biryara beraetê ji bo akademîsyen Çamûroglû Çigê daye.
Li 28em Dadgeha Cezayê Giran bi dawî bûne
Li 28em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê heyeta dadgehê bêyî ku danişînê pêk bîne biryara beraeta 5 akademîsyenan dabû.
Îro jî ji bo hemû akademîsyenên ku li li heman dadgehê tên dadgehkirin biryara beraetê hatiye dayîn. Li gorî vê encamê heyeta dadgeha 28em Dadgeha Cezayê Giran biryara beraeta 16 akademîsyenan daye.
Akademîsyenên ku li gorî vê biryarê beraet kirine ev in:
Ji Enstîtuya Teknolojiya Bilind a Îzmîrê Alk. Doç. Dr. Mehmet Penpecioglû, ji Zanîngeha 19 Mayisê Dr. Alî Riza Gungen, ji Zanîngeha ODTUyê lêkolîner Gulsevîm Evsel û Alk. Doç. Dr. Başak Alpan, ji Zanîngeha Enqereyê lêkolîner Aysûn Gezen, ji Zanîngha Stenbolê Prof. Dr. Mîhrîban Ozbaşaran, ji Zanîngeha MSGSUyê lêkolîner Damla Karaman, ji Zanîngeha Dokûz Eylulê Prof. Dr. Cem Terzî, ji Zanîngeha Ozyegînê Dr. Alper Açik, ji Zanîngeha Anadolûyê Doç. Dr. Yasemîn Ozgun,ji Zanîngeha 100. Yilê Doç. Dr. Eylem Kiliç Ogûrlû, ji Zanîngeha Îzmîr Ekonomiyê Alk. Doç. Dr. Fatma İşik Gurleyen, ji Zanîngeha Hacettepeyê lêkolîner Sînem Onem û Ûgûr Çetîn, ji Zanîngeha Enqereyê Doç. Dr. Sevîlay Çelenk, ji Zanîngeha Anadolûyê dersdar Abdûllah Devecî.
Li Îzmîrê du biryarên beraetê hatine dayîn
Li Îzmîrê jî duh ji bo du akademîsyenan biryara beraetê hatiye dayîn.
Li 14em Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê îro akademîsyenek derketiye pêşberî dadgehê lê heyeta dadgehê biryar daye ku dadgehkirina akademîsyen ne di nava erka wan de ye.
Ji roja 2yê Îlona 2019ê heta niha li Amedê sê, li Stenbolê 18 û li Îzmîrê jî du akademîsyenan beraet kiriye. Li gorî vê encamê heta niha li ser hev 23 akademîsyenan beraet kiriye.
Akademîsyenên Aştîxwaz
10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekiribû. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 8ê Sibata 2019ê 473 akademîsyen hatine dadkirin. Her yek ji 87 akademisyenan salek û 3 meh; her yek ji 3 akademisyenan salek û 6 meh; akademisyenekê/î 2 sal 3 meh; her yek ji 2 akademisyenan 2 sal û 6 meh; akademisyenekî/ê 2 sal û mehek; akademisyenekî/ê 3 sal cezayê girtinê standiye. Bi vî awayî doza li ser 96 akademisyenan temam bûye û hemiyan cezayê girtinê standiye. Heta niho 11 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo 7 akademîsyenan salek 3 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 2 sal û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 3 sal cezayê mehkûmiyê hatiye dayin. Ji bo akademîsyenekî/ê biryar hêj nehatiye eşkerekirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 36. cezayê wan kesên HAGB nexwestîn kêm kir û 2 salan bi şertê kontrolkirinê cezayê akademîsyenan bi paş de da. Dadgeha Cezayên Giran a 32. Ji bo wan kesan ceza kêm kir lê dema cezadanê bi paş de neda. Dadgeha Cezayên Giran a 37. Hem ceza kêm nekir hem jî bi paş de neda. Pirsa HAGByê ji sê akademîsyenan nehat kirin. Yek ji akademîsyenên HAGB jê nehatî pirsin salek û 6 meh, yekî/ê salek û 3 meh, yekî/ê 2 sal û 3 meh cezayê girtinê standiye. Akademîsyenên ku ji 2 salan zêdetir ceza xwariye û dema cezayî nehatiye paşdedan dêli benda biryara îstinafê bimînin. Îstinaf dê biryarê pesend bike an jî betal bike. Heke pesend bike akademisyen dê biçin girtîgehan. 10 Adara 2016ê Alk. Doç. Dr. Esra Mungan, Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Yrd. Doç. Dr. Meral Camcı (31ê Adara 2016ê) di kongreyeka rojnamegeran de danezan xwend. Ew bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê(TMK 7/2) bi sûcê “propagandaya ji bo teröre hatin girtin. 22yê Nîsana 2016ê serbest bûn. Bi daxwaza dozgerî Wezareta Dadê destur da ku akademisyen bi sûcê “Sivikkirina(şikênandina qedrê) Gelê tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên wê - TCK 301.” bene dadkirin. Dadkirina wan didome.
Dadgeha Qanûna Bingehîn di 26ê Tîrmeha 2019ê de biryar dabû ku mafê akademîsyenên aştîxwaz hatiye binpêkirin. (TP/FD)