Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî, di meha Tebaxê de 148 karker mirine. Ji van karkeran 14 jê zarok, 12 jê jin, 11 jê jî penaber bûne.
Li gorî heman raporê 68 pale di meha Tebaxê de di dema karî de mirine.
Di meha Kanûna Paşiyê de 159, di Sibatê de 127, di Adarê de 114, di Nîsanê de 153, di Gulanê de 163, di Hezîranê de 125, di Tîrmehê de herî kêm 163, di meha Tebaxê de jî herî k3em 148 karker mirine. Di heşt mehên pêşiyê yên sala 2019ê de herî kêm 1174 di dema karî de mirine.
Hin hûrgiliyên ku di raporê de hatine belavkirin wiha ne:
* ji 148 karkeran 119 ji wan karmend û karker bûne. 19 jê li ser hesabê xwe kar dikirin ku cotkar û esnaf in.
* 12 ji wan jin bûne û 136 jî mêr. Jinan bêhtir karê paletî, veguhastin û tenduristiyê de dikir.
* Emrê heftan jê di jêra 14yan re bûye û bi giştî 14 karker mirine.
11 penaber mirine
* 11 karkerên penaber mirine. 9 jê sûriyeyî, yek polonyayî, yek jî ûkraynayî bûye.
* Karker bêhtir di zeviyan de, li ser înşaatan, di karê veguhastin, metal, enerjî, maden û yên weke wê de mirine.
Bajarên ku herî zêde karker lê mirine wiha ne:
Stenbol, Nevşehir, Manisa, Îzmîr, Mersin, Antalya, Konya, Malatya, Osmaniye, Riha û Sêwaz.
Tenê du karker endamên sendîkayan bûne. (HA/FD)