Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Stenbolê daxuyaniyek belav kiriye û gotiye, wan 16 hezar û 423 penaber şandine wan bajarên navendên bi paş ve şandinê li wir hene ku bi Wezareta Karûbarên Navxweyî ve girêdayî ne.
Walîtiyê destnîşan kiriye û gotiye, ji bo sûriyeyî biçin wan bajaran ku qeyda wan li wir hatiye çêkirin, heta 20ê Tebaxa 2019ê dem hatibû dayîn lê ev dem heta 30ê Çiriya Pêşiyê ya 2019ê hatiye dirêjkirin.
Xwendekar wê bikaribin li Stenbolê bimînin
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku xwendekarên dibistana seretayî, navîn û lîseyan ên sûriyeyî û malbatên wan, zarokên bê dê û bav lê li ba xizmên xwe dimînin, sûriyeyiyên ku kargehên wan li Stenbolê hene û malbatên wan, xwendekarên zangîngehan, li gorî şert û mercên rêziknameyan dikarin li Stenbolê qeyda xwe pêk bînin.
24 hezar kargeh hatine kontrolkirin
Di daxuyaniya Walîtiyê de hatiye gotin ku ekîbên Midûriyeta Saziya Ewlehiya Civakî ya bajêr û nûnerên saziyên têkildar ji bo lêkolînê li ser karkirina dijyasayî bikin, xebatên xwe berdewam dikin. Di vê demê de kontrol li ser 24 hezar û 344 kargehan hatiye kirin. Zanyarî dane karsaz û karkeran. Her weha ji bo sererastkirina tabelayan a li gorî rêziknameyan, kontrol li ser 12 hezar û 224 kargehan hatiye kirin û 437 tabeleyên kargehan hatine sererastkirin. Xebata sererastkirina 1681 tabelayên kargehan jî berdewam dike. (RT/FD)