Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Astronoteka bi navê Anne McClain li îstasyona* fezayê bêyî destûra mêrê xwe hesabê wî yê bankê vekiriye, mêrê wê Summer Wordenî gilîya wê kiriye.
Parêzerê Anne McClainê diyar kiriye ku mûvekila wî sûcek nekiriye. Wê ji bo kontrolkirina dahatên hevpar li hesabê mêrê xwe nêriye.
NASAyê ji bo lêkolînê bi jin û mêrî re civiyaye.
McClaineê sala 2018ê eşkere kiribû ku mêrê wê tûndkarî li wê kiriye û xwestibû ji wî cida bibe. Piştî McClainê doz vekirî çûye sefereka l fezayê, hingê hesabê bankê vekiriye.
*Space Station (ISS): Îstasyoneka fezayê ye ku seteleyt pê ve girêdayî ne û li beşeka wê mirov dijîn.
(PT/MB)