Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Kadikoyê komekê xwestiye ku li dijî biryara tayînkirina qeyûman çalakiyeke protestoyî li dar bixin. Polîsan midaxele li wan kiriye. Hin dîmen li ser medyaya civakî hatine weşandin ku di wan de polîs ji nêz ve guleyên plastîk bera daye.
Piştî biryara tayînkirina qeyûman a ji bo 3 şaredariyên HDPyî, 20ê Tebaxê li Kadikoyê çalakiyeke protestoyî pêk hatibû û polîsan midaxele li çalakiyê kiribû. Di encamê de gelek kes hatibûn desteserkirin.
Du roj berê (22yê Tebaxê) hin dîmen derketibûn ku di wan de polîsan ji nêz ve guleyên plastîk bera çalakvanan daye.
Polis, protesto anında bir kişinin kafasına plastik mermi sıktı
— Yol TV (@YolTV) August 21, 2019
Kayyımları protesto etmek için dün akşam Kadıköy’de buluşanlara sert biçimde müdahale edildi. Bir kişinin kafasına defalarca plastik mermi sıkıldı.
(Video: @firatfstk) pic.twitter.com/YwZakoZP5l
16 kes hatibûn desteserkirin
Polîsan di dema çalakiyê de bi guleyên plastîk û xazê midaxele li xwenîşanderan kiriye. Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê 16 kes hatine desteserkirin.
Çi bûbû?
Wezareta Karûbarên Hundir bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Bixwîne - Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin
Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke qeyyûm hatine tayînkirin.
Bixwîne - "Îradeya demokratîk hatiye kuştin"
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji ber ku 9 lêpirsînname ji bo Mizrakliyî, 6 lêpirsînname ji bo Turkî u 7 lêpirsînname jî ji bo Ertanê hatine amadekirin û li dadgehên cezayê giran dadkirin berdewam dikin, ji wezîfeyê hatine standin. (TP/FD)