Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgerîya Komarê ya Wanê daxuyand ku wê li ser bûyera hingavtina welatîyekê kêmendam dest bi lêpirsînekê kiriye.
Piştî ku Wezareta Karên Navxweyî ji bo Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê qeyûm wezîfedar kirî welatîyan ev biryar protesto kiribûn.
Polîsan welatîyê şîzofrenî hingavtiye
Firat Koç yek ji welatîyan e ku nexweşîya wî ya “şîzofrenîyê” heye. Polîsan li ber kamêreyan ew hingavtibû.
Parêzerê Koçî, Erhan Çiftçîlerî ji bianetê re got:
“Li laşê Firatî nîşanên hingavtinê eşkere ne. Ji ber ku pêyê wî yê rastê xelaye, kulek e.
“Ji xwe Firat ne yek ji xwenîşanderan e. Dema ew ji nexweşxaneyê vedigerîya di nav xwenîşanderan de maye. Ji komê reviyaye çûye qehwexaneyekê li wê derê polîsan ew hingavtiye.
Walîtî: Welatîyî polîs birîndar kirine
Walîtîya Wanê 21ê Tebaxê bi daxuyanîyekê diyar kiribû ku “ciwanekê xwenîşander bi hêsinekê dirêj êrîşî polîsan kiriye û du polîs birîndar kirine.”
(RT/MB)