Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Filistînê çalakîyên civaka LGBTIQan ya bi navê El Qaws(Rêxistina Pirrengîya Zayenda Civakî) qedexe kirine. Birêvebiriya Filistînê diyar kiriye ku kiriyarên El Qawsê nexşa civakî xera dike.
Hikûmeta Filistînê bi daxuyanîyekê eşkere kiriye ku heke El Qaws kiriyarên xwe bidomîne polîs dê endamên wê rêxistinê desteser bike.
Rêxistina Pirrengîya Zayenda Civakî, biryar dabû ku ew roja Yekşemê dest bi çalakîyên nû bike. Ji beriya ku rêxistin dest bi karê xwe bike ev biryar hatiye dayin.
Nûnerê pilebilind ê polîsan, Luay Zreikatî daye zanîn ku “kiriyarên wê rêxistinê zererê li nirxên qedirbilind ên Filistînê dike.”
El Qaws: em qebûl nakin
El Qawsê bi daxuyanîyekê daye zanîn ku ew rêxistineka profesyonel e ku ji sala 2001ê ve karên xwe didomîne.
“Gelekê ecêb e ku hin kes hewil didin beşeka civakê ji civakê cida bike û gumanê li wê beşê bar bike.
“Em vê rewşa ji bo tirsandinê hatî çêkirin û metirsîya girtinê red dikin.”
(EMK/MB)
Çavkanî: breitbart Foto: AP Photo/Charlie Neibergall
*Elif Gökdemirê ev nûçe wergerandiye